Beranê qer - Beranê qerqaş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Beranê qer û beranê qerqaş (ango spî) elementê çîroka Kurdî ne. Beranê qer tê wateya dinya reş û tarî, dinya heft qat di bin erdê de. Beranê qerqaş sîmbola dinya ronak e. Herdu beran bi hevre dikevin pevçûnê. Divê mirov xwe bavêje ser beranê qerqaş, daku mirov derkeve dinya rohnî yan ji şikeftên dêvan xilas bibe. Heger mirov bi şaşî xwe bavêje ser beranê qer, mirov heft qat bi erdê ve diçe. Ango diçe dinya tarî. Ev element çîroka Mîrze Mihemed de derbas dibe.