Berkêşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Berkêşka maseya ber nivînê
Berkêşkên kivşekirî yên pirtûkxaneyekê

Berkêşk, kêşo, dexîl parçeyek ji mobîlyayê ye ku bo tiştan bixinê tê bikaranîn. Dolap, mase, nivîn, kincdank (an cildank), camedan ûêd gelek mobîlyayan de berkeşk hene.

Navê giştî kêşo ye (yan kêşok)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê vê fonksiyonê yê giştî, kêşo ye. Ango tişta ku tê kişandin. Lê ji ber ku pirranî ji berê ve tên kişandin, bo hemiyan jî berkêşk dibêjin. Heger kêşo di binê mobîlyayê de be, binkêşk tê gotin.