Berpişt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Berpişt, suxme, korse

Berpişt, piştbend, suxme, korse xwekirineke ji koma bincilkan e. Di binê kincan de tê li xwe kirin, piştê dişidîne. Heger pişt zêde bên şidandin, dikarin ziyanê bidin tenduristiyê, bi taybetî organan xisare bikin.

Xwekirineke jinan e. Jin viya ji bo dîtina laşê wan jar be li xwe dikin. Di bijîşkiyê de bo armacên cuda tê bikaranîn.

Dîroka suxmeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jinên kurd berê wekî mêran di bin şûtik girêdidan. Bi viya him forma zikên xwe diparastin, him germxwedîdikirin, him jî dema bar bilindbikirana pişta wan bihêz dibû. Şûtikên jinan pirr dirêj nebûn û ji bestirên tenik bûn.

Ji kengî ve suxme dihatiye bikaranîn nayê zanîn. Rêça wê li Ewropa xwe digihîne heya sedsala 16. Ji lajwerdê, darikan jî hatine çêkirin lê yên wiha ji bo pîrozbahiyên zadeganan bûye. Forma xwe ya îro di nava salên 1840 - 1870'yî de girtiye.