Berçelan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Berçelan zozanekî Culemêrgê ye. Cihekî bi mêrg û kanî ye. Çerwarê wê (cihê çêrînê) xweş e. Li bakura Culemêrgê ye. Du çel (şikêrên bilind) lê hene. Jixwe navê xwe ji wan her du çelan digire. Li ser wan Çelan Destana "Memê Şivan" heye. Her wiha ji destana "Cembelî û Binevşa Narîn" re jî li malevanî (mazûvanî) kiriye. Du gol li Berçelan hene ku şûna wan ji demên volkanîk (agirpij) mane ku bedewiyeke cuda ya Berçelanê ne.