Bexda
Ji Wîkîpediya
Dîcle di nav Bexdayê ve diherike.
Bexda (bi erebî: بغداد, Baghdād) serbajar anku paytexta Îraqê ye. Bi 5,3 milyon (2008) niştecih Bexda yekek ji mezintirîn bajarê Rojhilata Navîn e. Li Bexda û derdora bajêr 10,6 milyon mirov dijîn (2008). Navê Bexda ji peyvên farisî „baġ“: „xweda“ û „dād“: „diyarî“ tê, bi wateya "diyariya xweda".