Beyazit Taş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Beyazit Taş
Jidayikbûn1959 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Beyazit Taş (bi navê fermî: Beyazıt Taş) (jdb. 1959 li parêzgeha Meledî, bakurê Kurdistanê) fîlozof û nivîskarekî kurd e. Taş li Swîsreyê dijî. Demekê dirêj di malpera Nasname (malper)yê de bi romî (tirkî) li ser felsefeyê dinivîsî, niha nake.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 1981ê li İzmirê dibistana amadeyî Hava Özişbakanê bidawî dike. Ji sala 1989ê ve li Swîsreyê dijî. 2003yê ji zanîngeha Freiburgê, fakûlteya wêjeyê, beşa etîk û fîlozofiyê destûrdar dibe. Sala 2007ê li heman zanîngehê angaşta wî ya doktorayê tê pejirandin. Babeta angaştê, "Di Platon, Nietzsche û Mill de, takekesê wekî heybereke aqilbend û pozberiyan çareser dike" bû.

Sala 2007ê li Swîsreyê di weşanxaneya Academic Press / Fribourg de pirtûka ya bi navê “Vom Wächter zum Übermenschen. Das Individuum als vernünftiges und konfliktlösendes Wesen bei Platon, Mill und Nietzsche“ (Ji nator (panêr) heya mirovê raser: Di Platon, Nietzsche û Mill de, takekesê wekî heybereke aqilbend û pozberiyan çareser dike) hat weşandin.

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sala 2008ê pirtûka wî ya bi navê Felsefe Mektuplari (ku. nameyên fîlozofiyê) ji aliyê weşanxaneya Kanguru ve hat çapkirin.
  • Sala 2007 ji academic Press/Fribourg "Vom Wächter zum Übermenschen" Das Individuum als vernünftiges und konfliktlösenden Wesen in der Gesellschaft bei Platon, Mill und Nietzsche (ku ji Natur (Panêr)heya mirovê raser: Di Plato, Mill û Nietzsche takekesê wekî heybereke aqilbendî û pozberiyan çareser dike) hat weșanden.
  • Ji heman weşanxaneyê pirtûka wî ya bi navê Faydali Etik (ku. etîka kêrbar) jî çap bûye.
  • Sala 2012yê ji Academic Press / Freiburgê, Aufnahmegesellschaft, Migration und Ethik (ku. civaka werdigire, hindikayî û etîk) derkêt.
  • Sala 2023 dê pirtûka wî ya bi navê "Felsefe Bahçesi (ku baxçeyê fîlozofiyê) " ji aliyê "wesanxaneya Kanguru" derdikeve.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]