Beyro

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Beyro, gundekî Qereyaziyê ye. Gundê Beyro yek ji gundên mezin ên Qereyaziyê ye. Avakirina gund di navbera salên 1700-1800an bi destê serokê eşira Banokiyan, Beyro Axa çêdibe. Banûkiyan ji bajarê Wan'ê koçber bûne û hatine vî gundê avakirine. Gund bi dengbêj Hemko û Xênî tê naskirin. Newala Seyrê, Şaxa Cunê û Mixara Sunnetê ciyên herî balkêş in. Mixara Cunê de hin tîpên prototirkî hatine dîtin li ser dîwaran. Du çemên ku têda masiyên Ale hene dikêşin. Jinên ku zarokên wan çênabin, ji gundên der û doran têne Beyro ji bo serê mesiyên Ale bixwin û zarokên wan çêbibin.

Navdarên Beyro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mihemedê Beyro(Hemko) (Dengbêj)
  • Dengbêj Xenî Şahîn (Dengbêj)
  • Dr Ahmet Kaya (endamê Koma Amed û Koma Çar Newa)