Bikarhêner nîqaş:Baran Ruciyar

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Rojbaş Baran Ruciyar, eger pirsên te hebin, tu dikarî ji min bipirsî. Silav, -- Bangin


Hello Baran Ruciyar, you can ask me if you have questions. Greetings, --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 11:30, 15 avrêl 2007 (UTC)

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Suki

Rojbaş Baran Ruciyar, gotarî te Suki pir kin e. Xêra xwe feretir bike. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 11:34, 15 avrêl 2007 (UTC)

Spas dikim, ger kû pêwîst be, eze ji we ra binivîsim... gelek spas, û slav..--Baran Ruciyar 14:40, 15 avrêl 2007 (UTC)

Gotarên te gelek baş in, gelek spas. --Erdal Ronahi 21:33, 18 avrêl 2007 (UTC)

[biguherîne] Spas

Spas Brêz Ronahî

[biguherîne] Redirect

Silav Baran Rucîyar. Min nivîsên te yê hêja xand û min şaşbûnekî dît: Eger tu dixazî "redirect"'ekê çêkê, xêra xwe bes navî gotarê têkê (wekî min di vê lînkê da xeyrand). Silavên germ, --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 13:12, 27 avrêl 2007 (UTC)

Fire Supas kem, arayî alîkarîyit birangem. --Baran Ruciyar 18:28, 27 avrêl 2007 (UTC)

[biguherîne] Spas

Kekê Baran Ruciyar, pir ji dil spasiya te dikim ko te ez cihê bawerê dîtim e jibo kemilandina wan nivîsarên te nivîsîne. Eray ye ke erat qabil we bawerpîkirdin bwîme firye spasit kem. Banî çaw! wext bikem î kare kem. Bimenî xweş, Brayê te KurdoChali

[biguherîne] Dirot (Silam)

Dirot (silam) kak Baran. Gûmanit dirûsten: emin Emanoelena. Min mezanû birakem, "dowal"îç mewaçan. Her weha hozêw Kurd nawçew Mukrîyanene hen ke pe wêşan mewaçan: "Çwar-Dowallî". Bellam min wîr (fikir) mekerû "dewal" resenter (orjînalter) bo. Çûn Kirmanckî ene mewaçan "dew" ~ "dega/gund". Soranî ene mewaçan "dêw"/"dîw" (room).

Eto kwê ene wendûte pe "Madî" mewatişan "dohal"? Eger mumkînen serçemeket pe min nîşan bide. Çûnke eger pe "Madî" "dohal" bo, 100% "dowal" le "dewal" resenter (orjînalter)en.

Wegerd Rêz û Sipas.

--Kak Language 05:56, 17 sermawez 2008 (UTC)


Carna dirot (silav) birayê hêja. Dirûst e bi Medî û Avestayî “dehûye” bûye bi wateya “welat, nîştiman; gel, mirovan” kû li zimanên Kurdî (Kirmancî, Kirmanckî, û Goranî) bûye “dew”, “dega”, ‘dê” (gund); “dîw”, “dêw” (ode, jore); û “dewal” û “dowal” (welat).

Li başûr (herêma Îlamê) şonek heye bi navê “çer-dawll”. Gel dibêjin “dawll” wate “nîştiman; navçe”.

Her weha li bajarê Qûrwe (li rojhilatê Sine) de jî gûndek heye bi navê “çwar-dowllî” yan “çwar-dewllî” kû gel dibêjin navê wê ji hozê “çwar-dewllî” hatîye. Hozê “Çwar-dollî” yan “Çar-dewllî” niha li Mûkrîyanê dijîn lê hên jî zimanê wan wekî zimanê Kurdên Îlamê ye.

Bi dîmena min vî nav li bineret (eslê) xwe de “Çwar-Dewall” bûye û “dewall” jî (bi wateya “welat”) ji “dew-“ û “-al” pêk hatîye (her wesa gelek wişeyan li Kurdîya Başur de hene kû –al/-el (-all) di wan de dîyar e: rastall ~ rastbêj, gemall ~ kûçik, sewzell ~ her tiştek kesk, roall ~ her tiştek sûr, gûwall ~ pîs, pîsatî… ). Lêbelê nîşeyekî serrast ji “dewall” min nedîtîye, lê heger tu Farsî tê digehî (fam dikey) dikanî li malperrên Farsî da wişeya “چاردولی” derweze (search) bikey.

Li alîyekî din jî heger em çavdarîya wişeyên “dêw” (Soranî) û “dew” (Kirmanckî) bikin, dikanin encam (netîce) bigirn kû li nav “dewal”/”dewl”, “dol”, “dawl”, yan “dowal” ; “dewal” herî resentir e. Çimkû li zimanên Kurdî de zor caran “-ew” yan “-aw” bi “-ow” yan “-o” digûre.

Ez nuha wekî derfetek dibînim kû ji hemî xebat û têkoşînên te li malperrên Qirayîş û Kurdica sipas bikim. Her bijî bira.

Ez dest bi derweze (lêgerîn) bi şona belgeyên serrast di bareyê “dewal” bikim. Dûma bi dest anîna wan, te agadar dikim. Ligel Rêz û Sipas.--Kak Language 13:07, 17 sermawez 2008 (UTC)

[biguherîne] Admin

Rojbaş, li Wîkîpediya:Admînistrator namzetekî nû heye. Aso gelek gotarên bi soranî nivîsand û malpera soranî rojane kir. Ji kerema xwe dengê xwe yê "Erê" an "Na" ji bo admînbûna wî bide. --Erdal Ronahi 13:46, 15 berfanbar 2008 (UTC)

[biguherîne] Silav

Min maweyek jhi Wikipedia dur bú. Bi dax ve, gelek dax ve, wesa kú pirr díyar e, bira ú hevalén me Wikipedia de nixwazin ú eleqeya wan tune jhi bo hebúna zimanekí Standard. Ez keyfxweshim kú birayét meyét Soraníaxév jhí li dawí de Wikipediaya xwe hene. Ez jhí bi xwe, nív-Soraníaxévim. Lé di demek de kú her zarawa jhibo xwe wikipediayek cé dike, mafé Kurdét din ci dibe? Wate Kurdén bashúr. Wesa kú tu dibíní, Kurmanjíya min ne bash e. Lé ez dikanim bi Kurdíya Bashúr, an Soraní wekí zimané dayikí binivísim. Heker Xwedé bixwaze dest bi nivísandin bi zaravaya xweya dayikí bikim. Dem ú katé te bash.--Kak Language 06:59, 27 kewçêr 2009 (UTC)


[biguherîne] Slav

Brayê heja ez di derheqa zaraveya Soranî de tu tişt nizanim.Ji ber vê yekê jî mafê axaftinê di xwe de nabînim.Lê li Başûr serdest kirina zaraveyê soranî ji aliyê yekîtiya kurdan ve tiştekî baş naxuyê.Dil dixest ku ji bo yekîtî bi her hawî pêk were herkes bi bîrbirinek girs bilebite û çi divête bihêne cî, lê mixabin ev xesasiyet di nava her çar perçan de jî kêm e.Herkes bêje ez,em wê(dê) parçe bibe û tiştê parçekirî jî nikare xwe bigîhîne tiştekî heja...Demxweş!...--Cîrano 15:54, 3 sermawez 2009 (UTC)

[biguherîne] Soranîzm

Silav kekê Baran, min ev rexneya xwe li nîqasha gotara te ya bi navê "Soranîzm" jî bar kir. Soranîzm hinde wateya Pansoranîzmê dide. Ango wekî ku mirov bandora Soranîtiyê li tiştekê bide bilindkirin. Yek jî hersê ziman/zaraveyên me ji kokekê tên. Mirov nikare bingeha peyvan bike malê yekê. Di hin zaraveyan da hin rengdêr di nava cherxa demê de bûne pronom. Bo mînak Zazakî astor. Astor di wateya hespê de ye. Kurmanc jî viya bo hespên bezê bikartînin û wekî Hesptor bikartînin ku di Kurdiya kevn de Aspa ye hesp. Di avabûna zaraveyan de rengdêr, têkilî bi zimanên din re, bikaranîna dengan (heger bav mirovekî vinik be zarokên wî jî di bandorê de dimînin) hwd gelek sedem hene.

Kurdiya kevn ji dê/dayîk re mader gotiye. Beriya Îslamê jî Kurdan dayîkên xwe wekî mama binavdikirin û wisa bang lê dikirin. Wê demê jî bo dayikan gelek rengdêr dihatin bikaranîn, bo mînak dayik, dê, etê, yadxosh hwd. Roj hat her rendêrek bû pronomek. Niha li hin herêman bo dayikê yadê, etê, lêlê, dayê hwd tên bikaranîn. Êdî kok û pronoma berê nayê bîra kesê. Bo avabûna ziman û zaraveyan Noam Chomsky jî behsa van dike.

Bavek heger vinek be, nekaribe herfa "r" bêje dê ji dar re bêje "dal". Heger ji êlê qetiya be dê zarokên wî jî bêjin dal. Chomsky gelek mînakan wiha dide.

Îro ziman û zaraveyên me realîte ne. Zanist dibêje koka wan yek e. Îcar aya chi hewce ye em kategorîze bikin? Gelo di destê me de chi delîl heye ku kelîmeyek malê zaraveyek e û ne aîdê yên din in? Erê di serdema nû de zaraveyek dikare ji yê din hinde bipêshtir bikeve, lê heger kelîme nehatibin chêkirin kê dikare îdîa bike ku aîdê yekê ye?

Bi ya min ne ev sernav rast e, ne jî gotareke wiha. Bingeha Kurdî yek e. Ziman zarave di cherxa demê de ava bûne û bingeha wan yek e. Soran hinde shovenîzmê dikin û Kurmancî bichûk dinirxînin. Lê ev yeka han nerast e. Bes Soran her dem xwedî otonomî bûne di Îraqê de û Îranê jî hebûna wan înkar, axavtina wan qedexe nekiriye. Bûne xwedî dibistan û perwerde. Kurmancên me radibin chend kelîmeyên ku Tirkîze bûne bi bêjeyên Soranî ve diguherin. Mesele ev e. Soranan jî gelek bêje ji Kurmanciya nûjen wergirtine. Bo mînak charenûs (ji zazakî), mijar, cînavk û gelek bêjeyên gramatîkê, herwiha kelîmeya "bêje" bi xwe jî. Heger Bedirxanî nebana yek peyveke zimanzaniyê yê Soranan nedibû. Hemî ji Kurmancî hatine wergirtin. Ew jî ne rast e mirov bêje malê Kurmancî ne. Na. Kurmancî gelek peyv ji Zazakî jî wergirtiye.

Shovenîzma hin Soranan ne teze ye, ji berê ve ye. Ew jî wekî Zazaistangeran, wextekê ketin xebata veqetandina zaraveyan û xwestin Kurmancî li Bashûr bihelînin. Îro li Bashûr Kurmancî ji sîstema perwerdeyê hatiye avêtin.

Bi kurtî hemî zimanên Kurdî wekî hev in, dewlemendiya wan yek in. Mirov dikare ji zaraveyê xwe hez bike lê hewce nake mirov shovenîzmê bike. Bi ya min Soranî bêhtir di bin bandora Kurmancî û Goranî de maye, ne ku Kurmancî bikeve bin bandora Soraniya nûjen. Mirov nikare kategorîze bike lewra koka wan yek e.. --Bablekan 19:41, 8 sermawez 2009 (UTC)


[biguherîne] Rusya'daki Kürtler

Selam. Maddeyi geliştirmeyi planlıyor musunuz ? Kayda değer olduğuna eminim ama madde zayıf. Bu durumda birleştirme teklifte bulunabilirler. Çok şaşırtıcıdır ama Ortas Anadolu Kürtleri'nin KD olmadığını iddia edenler de var. İyi çalışmalar. Takabeg 02:34, 4 pûşper 2010 (UTC)

[biguherîne] Mîralay Seîdê Simbêlreş

Silav, Mîralay Seîdê Simbêlreş kî ye? Çavkanî te re heye? Mixabin, min nedît… Çavkaniyên bikarhêner Ertoşi (n · b · a) jî ne rast in. Spas--Ghybu (nîqaş) 17:45, 12 gulan 2012 (UTC)

Silav keko. Ez dikarim pashê binêrim ku chavkanî hebin ezê îlawe bikim. Belê ez ji te re pêshva bibêjim, ez vî zilamê nasnakim. --Baran Ruciyar (nîqaş) 09:55, 13 gulan 2012 (UTC)
Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran