Biljana Krstic

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bilja (Biljana) Krstić
Jiyan
Jidayikbûn9ê çiriya paşîn 1955
Niš (Serbistan)
Cureyê muzîkêMuzîka sirbî
PîşeSolîst
Malperwww.bilja.rs
biguhêreBelge

Biljana "Bilja" Krstić (bi sirbî: Биљана "Биља" Крстић) hunermendeke sirb e.

Di 9ê çiriya paşîn a 1955an de li bajarê Niš ji dayik bû. Bi taybetî giranî dide muzîka folklorî ya Serbistana Navîn.

Di destpêka kariyera xwe de Biljana li dibistana muzîkê ya "Dr. Vojislav Vučković" perwerdehiya muzîkê distîne û piştre mala xwe barî Belgradê dike bo ku li wir di Zanîngeha Hunerê ya Belgradê bixwîne.

Pistî qedandina zanîngehê Biljana dest bi kariyera xwe ya muzîkî dike û gelek bi ser dikeve.

Wê heta niha heft albûm derxistiye peyaseyê û xwediyê muzîkê ya fîlmên wek Savior û Zona Zamfirova ye.

Beljana dayika du keçikan e û bi wan re li Belgradê, payxeta Serbistanê, dijî.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Biljana demeke dirêj di muzîka Pop ya Yugoslav cih girtiye.

Tecrûbeya wê digihêje heta zarokatiyê, dema ku wê weke emdama Koroya Ciwanan xwe bi muzîkê mijûl dikir.

Di salên 70iyan de ew bû endama komên bi nav û deng ên bi navên Suncokret (solîst:Bora Đorđević û Rani Mraz (solîst: Đorđe Balašević).

Pistî belawbûna koma Roni Mraz, Biljana biryar dide ku êdî weke solîst bi hunera xwe berdewam bike, û di sala 1983an de albûma xwe ya ewil derdixe peyasê.

Herwiha, wê ji bo hin albûmên Balašević bû vokalîst.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Digel koma Roni Mraz:

Albûmên wê:

  • Prevari večeras svoje društvo sa mnom (1983)
  • Iz unutrasnjeg džepa (1985)
  • Loptom do zvezda (1990)
  • Bilja (1994)

Digel Bistrik Orchestra:

  • Bistrik (2001)
  • Zapisi (2003)
  • Tarpoš (2007)