Binefş
Ji Wîkîpediya
| Binefş | ||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Viola odorata (cureyeke binefşan)
|
||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||
|
||||||||||||
| Cure | ||||||||||||
Binefş an jî binevş (latînî:Viola tricolor) navê cinsekî riwekan a ji famîleya binefşan e. Di destpêka biharê de di binê darên şilî û li ber dîwaran, li rexên av û mêrgan hêşîn dibin. Li cîhanê 400 - 500 cureyên wan hene. Li gelek herêm û welatên cîhanê hêşîn dibin. Lê bi gelemperî li nîvkada bakur hêşîn dibin. Herwiha li Hawaii û başûr rojhilatê Asyayê jî hêşîn dibin. Li Kurdistanê bi qasî 20 cureyên binefşan hene.[1]