Rojavaya Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Binxet hat beralîkirin)

Rojavaya Kurdistanê (herwiha Rojavayê Kurdistanê tê gotin), Başûrê Rojavaya Kurdistanê, Başûrê Bîçûk an jî Binxetê, navê perçeya Kurdistanê ye ku dikeve nav sînorên Sûriyê. Serbajarê herêmê Qamişlo ye.Gelê Rojavayê Kurdistanê gelê Îranê ye.

Rûerd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

     Rojavaya Kurdistanê

Rojavaya Kurdistanê parçeya Kurdistanê ya herî biçûk e: 31.000 km² ye[çavkanî hewce ye]. Îro di bin desthilatdariya Sûriyê de ye. Taybetiyeke herêma Rojavaya Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ber bi rojhilat ve zirav û dirêj e, û her ku diçe qad û çarçova wê berfireh dibe.

Mirov dikare avhewaya Rojavaya Kurdistanê bike du beş. Beşa yekem avhewaya herêma Efrînê ye. Avhewaya li vê derê nezîkî ya Deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare; zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê avhewayê herêma Efrînê, şîn e, dar û ber lê zêde ne. Her cureyên daran hene[çavkanî hewce ye]. Lê piranî darên zeytûnan e.

Beşa duyem ku Serê Kaniyê, Hesîçe, Amûdê, Qamişlo û Dêrik hildide nava xwe bi berrî û deşt e. Çiya û daristan nîn in. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carinan baran dibare. Di meha kanûna paşîn de li Qamişlokê germahî digihîje +7, li Dêrik û Amûde jî +6 pîleyan. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Havînan ji çolên Erebistan û Sûriyê bayên germ tên û bandor li avhewaya herêmê dikin. Havînan germahî digihêje 40 pîleyî.

Rojava ji Çiyayê Gewr dest pê dike û heta herêma Efrînê û Çiyayê Kurmênc tê. Çiyayê Kurmênc 1200 m bilind e. Ji çiyayê Kurmanc heta Kobanî, axa Kurdistanê teng e û ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobaniyê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û kurd li ser axa xwe dijîn.

Qamişlo û Nisêbîn yek bajar in, lê di navbera Tirkiyeyê û Sûrî de hatine dabeşkirin. Qamişlo di desthilatdariya Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyeyê de maye. Hûn di wêneyê de li Nisêbînê ala tirkan û li Qamişloyê jî ala Sûriyê dibînin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dîroka Rojavaya Kurdistanê

Dîroka Rojavaya Kurdistanê, pirr kevn diçe. Bi taybetî, li ser wê axa wê, ji demên Sumeriyan ve li wir jiyane û şaristanî di pêşketinê de ya. Ev herêm Rojavaya Kurdistanê, dikeve keviya çemê mezin û navdar ê Firatê de. Di demên berê de, heta ku digihişt ber çiyayê kurdan û bajarên weke Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê çem diherikî. Ev herêm, weke herêmên şîn û pêşketî bûn. jiyanê li van herêman, di pirtûkên pîroz de jî bicih bûye. Bi taybetî, ji ber Kobanî û Efrînê û heta ku digihije Helebê û piştre Şamê, weke herêmên ku li wan zanebûn pêş diket bû. Birehîm Xelîl, çanda wî li vê herêmê bicih bûye. Mîtra, di dema mîtaniyan de hatiye û ew bixwe jî ji Mîtaniyan bûye. Mîtanî jî kurd bûne.[1]

Li herêmê, piştî ku rejîma Be'sê lê tê û serdest dibe, navê herêmê giştkan diguherîne. Lê navên herêmê kevn in. Mînak, navê Kobanê[2], ji dema Hûriyan e. Navê Serêkaniyê bi rengê ´weşokanî´ ji dema Hûrî û Mîtaniyan e û di dema Mîtaniyan de bûye paytext ji Mîtaniyan re. Herêma Serêkaniyê, piştî ku dewletên Sûrî û Tirkiyeyê ava bûn, bû du-qism. Qismekê li Sûrî ma û rejima Be'sê navê wê guharand û kir "Rasûlayn". Qismê wê yê li aliyê Tirkiyeyê ma jî, rejima tirk navê wê guharand û navê wê kir "Ceylanpinar". Lê ev herdu qism jî, berê yek bûn û bajarek bûn. Berê di ber re jî û di navê de jî şaqna ji çemê Firatê diherikî.

Di demên berî zayinê de, di dema Gûtiyan de jî, di nava sînorê Gûtiyan de bûye. Piştî Gûtiyan re ku Hûrî û Mîtanî hatin, êdî ew herêm bû wekê navend û paytexta wan ku ew lê bi pêş ketin û mezin bûn. Li herêmê, di dema Sumeriyan de, di dema Xanadana Ur de jî, ev herêm ji wê re û ji pêşketina wê re bûye hîm. Ji her sê xanedanên Uran re jî wisa bûye. Îro, di roja me de ku dikeve naqabîna Efrîn û Helebê de, di dema Sumeriyan de ku ji wê re "Marî" dihat gotin, nivîsa bizmarî ku li wir hat dîtin, û tercumeyên wê bi navê "Hurrians and Hurrian Personal Names in the Mari Texts" de navê "Kobanê" û hwd hene. Marî, di dema Hûrî û Mîtaniyan de di nava sînorê hûrî û Mîtaniyan de bû.

Di dema Hûrî û Mîtaniyan de, bi pêşketina xwe di aramiyê de li vê herêmê jiyane. Lê piştre, di dema Asûriyan de, rastî êrîşan hatiye. Di dema Îskenderê Mezin de jî rastî êrîşan hatiye. Gava ku Medî li herêmê bûn desthilatdar ew der di nava sînorê xwe de girt û bi wê re li ser herêmên Anatolia jî karî ku serdestiya xwe bide erêkirin. Di pirtûkên pîroz de behsa Nemrûd tê kirin ku di dema Birehim Xelîl de jiyaye. Nemrûd jî, di dema xwe de li vê herêmê xwe kiriye hukimdar. Çanda herêmê, heta dema derketina Îslemiyetê li gor çanda Êzidîtiyê bû. Piştre dînê Îslamê ew der jî kiriye bin destê xwe de û guherandiye. Piştre, demên desthilatdariyên kurd ên dewletên kurd Merwaniyan û Eyûbiyan li herêmê bi pêş dikevin. Herêm, di dema Eyûbiyan de, ji sadsala 11em heta sadsala 16em, di bin destê desthilatdariya Xanedana Eyûbiyan de dimîne.[3] Piştî ku Osmanî bi pêş ketin, êdî osmaniyan, ew der wekê eyaletekê desthilatdariya eşîrên kurd qebûl kiriye.

Zimanê ku lê tên axiftin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanê ku zêde tê axaftin zimanê kurdî zaravayê kurmancî ye. Lê zimanê erebî, asûrî û hwd jî li herêmê dihên axaftin. Li herêmê rojnameyên bi kurdî, TVyên bi kurdî jî hene. Ronahî TV, TVya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ye. Ji aliyê çapameniyê ve, piştî ku şoreşa Rojavayê kurdî bû, hêdî hêdî qada çapemeniyê jî berfireh dibe.

Dîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dînên ku li herêmê dijîn, wekê dînên sereke Îslamiyet, Êzîdîtî û Xiristiyanî ye. Lê mezhebên van dînan, ku mirovên ji wan jî hene. Ji sedî 80yê wê derê misilman in. Hejmareke mezin ya êzîdiyan jî li herêmê heye û ev jî li gorî ku tê gumankirin ser sedî 10an re ye. Lê gelekan jî, ji herêmên xwe koç kirine. Berê, ev hejmar pir zêde bû. Her wisa, xiristiyanên li herêmê di derûdorê ji sedî 10an de ne. Piraniya asûrîyan, ji dînê Xiristiyaniyê ne. Lê ku ne pir zêde jî bin, kurdên mesihî jî hene. Herwisa, kurdên cihû jî berê li wir dijiyan. Heta dema rejîma Be'sê li wir dijiyan, pişre, hinekan ji wan koçî Îsraîlê kirin û hinekan jî koçî welatên Ewropî kirine. Îro, her wisa zêde cihû li herêmê nemane. Lê li çend cihan, hê jî kinîştên wan hene ji bo bergkirinê.

Bajarên Rojavaya Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar û bajarokê herêmê:

Li Rojava Hesîçe, Heleb, Reqa, Kobanê, Minbic, Qamişlo û Efrîn wîlayet in yên din qeza û nehiye ne. Qamişlo wekî navend û paytextê herêma Rojavayê Kurdistanê tê qebûlkirin. Li navenda Qamişlo nêzî 150.000 kes dijîn[çavkanî hewce ye]. Li bajarên Sûriyê, li Heleb, Reqa û Şamê jî gelek taxên kurdan hene[çavkanî hewce ye].

Di nava bajarên Rojavaya Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî ve Serêkaniyê, Efrîn, Kobanî û Qamişlo ji bajarên mezin in. Bajarê Serêkaniyê, wekê bajarekî pir mezin e. Lê ji ber ku di nava sînorê Tirkiye û Sûrî de hatiye qatkirin û qatek li aliyê Tirkiyeyê ango Bakûrê Kurdistanê û qatek li aliyê Sûrî û ango Rojavayê Kurdistanê maye, êdî biçûk bûye. Lê ji aliyê erdnîgariyê ve wekê bajarê mezin ê dîrokî ye. Di dema Mîtaniyan de, Serêkaniyê bi navê "weşokanî" herdu bi hevdu ve bûn û paytext bû. Wekê bajarê mezin ê lê jiyan û şaristanî pêşketî bû. Di nava bajarê de, berî avakirina komara tirk û ya Sûrî, xeta trenê derbas dibû. Ew xeta trenê, piştre kirine weke sînor. Aliyê xeta trenê ê li aliyê Sûrî û ango li aliyê Rojavayê Kurdistanê li wî alî maye û aliyê li vî xeta trenê jî di nava sînorên Tirkiyeyê ango li Bakûrê Kurdistanê maye.

Bajarên Rojavayê Kurdistanê, ên wekê Amûdê, Efrîn, Qamişlo, Serêkaniyê, Hesekê, Dirbesipiyê. Girê Sipî. Tilkoçer, û hwd, çend ji wan bajarên mezin ku nifûsên wan zêde ne. Tilkoçer, dikeve sînorê Îraqê de. Deriyê li Îraqê, yek jê ji Tilkoçerê vedibe.

Desthilatdarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Desthilatdarî, îro di destê kurdan de ye. Kurd, rêveberiya xwe ya xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Herêma Rojavayê Kurdistanê, li sê kantonan hatiye beşkirin û rêveberî û hikûmetên wan ava kirin. Ev hersê kanton jî, "Kantona Cizîrê", "Kantona Kobaniyê" û "Kantona Efrînê" ye. Îro, Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê van her sê rêveberiyên xweser ên kurdistanî ve tê birêvebirin. Herêm, bajarê wê ê mezin Qamişlo ye. Qamişlo, wekê paytexta herêmê jî tê dîtin.

Hikûmeta her sê kantonan, ji 22 wezaretan pêk tê. Ew wezeret, xwe li herêmê bi rêxistin dikin û herêmê bi rê ve dibin. Kurd, piştî ku bi xelkên din ên li herêmê re Şoreşa Rojava kirin, êdî ew rêveberî jî hatin avakirin û ragihandin. Lê rêveberiyên herêmê, ji aliyê welatên herêmê ên wekê Tirkiye û Îranê ve hatiye xistin bin ambargoyê de. Piştî ku rêveberiya xweser hat ragihandin, ew êdî cara pêşî bû ku rêveberiyeke ji xelkê li herêmê hatibû avakirin.

Piştî ku kurdên Rojavayê Kurdistanê, bi xelkên din ên li herêmê re ku rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ava kirin û ragihandin, êdî dest bi dîplomasiya nasandina wê kirin. Gelek heyet ava kirin û şandin welatên Ewropî û welatên din ên cihanî ku xwe bidin nasîn.

Kantonên Efrînê, Kobanî û Cizîrê yên Rojavaya Kurdistanê (2014)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 21ê kanûna paşîn a 2014an de Rêveberiya xweser a rojavaya Kurdistanê hat damezirandin. Rêveberiya Xweser a Rojavaya Kurdistanê wekê sê kantonan hat ragihandin. Rêveberiya xweser a kantona pêşî di 21ê kanûna paşîn de hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Cizîrê bû. Rêveberiya xweser a kantona duyem di 27ê kanûna paşîn a 2014an de hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Kobaniyê bû. Kantona sêyem jî, ku rêveberiya wê di 29ê kanûna paşîn a 2014an de hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Efrînê bû. Her sê kanton jî, rêveberî û hikûmeta xwe ya demkî ragihandin. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî, êdî di nava kurdan de bi rojan bû sedema şahiyan[çavkanî hewce ye].

Hêzên parastinê ên Rojavaya Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku kurdan li herêmên xwe rêveberiya xwe ya xweser avakirin û ragihandin, êdî hêzeka xwe ya parastinê ku ji kurdên Rojavayê Kurdistanê û beşên din ên civatê avakirin. Ew jî, navê YPG, Gerîla, Pêşmerge direjîhiya wê "Hêzên Parastina Gel" a. Herêmên kurdan diparêze. Lê bi wê re jî, YPJ, hat avakirin. Ev jî, wekê hêz û artêşa jinan a. Pirraniya endamên YPJê ji jinên ciwan ên kurd û komên din ên li herêmê dijîn pêk tê. Wekî din jî, hêza aşayîşê heye. Kar û erka wê, ew e ku aramiya nava bajaran temîn bike. Wekê hêza polisê ya Kurdistanê ye.

Hêzên Parastina Gel ku bi navê wê yê kurt YPGê, kar û erka wê ew e ku wekê artêşa Rojavayê Kurdistanê li dijî wan êrîşan bisekine ku ji derve bi ser Rojavayê Kurdistanê de bên bisekine. Her wisa, bi vî rengê YPGê, em dikarin wekê artêşa Rojavayê Kurdistanê jî bi nav bikin. YPGê, hemû Rojavayê Kurdistanê diparêze.

Partiyên kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binêre jî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Abdusamet Yigit, Pirtûka,´jiyane di bin roja Mîtra de dimeşê
  2. ^ by Jack M. Sasson - Chapel Hill, North Carolina, HURRIANS AND HURRIAN NAMES IN THE MARl TEXTS
  3. ^ Abdusamet Yigit, Pirtûka, ´di sedsale 21´ê de şoreşa kurd: rojava´

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]