Biraşka bi bacanreşkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Biraşka bi bacanreşkê
Welat
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Biraşka bi bacanreşkê

Biraşka bi bacanreşkê, bacankebaba bi rûnê nivîşkî cureyeke biraşka (kebaba) pêjgeha kurd e. Berkeliya (melzemeya) wê ya standard rûnê nivîşkî, bacan û goşt e ku bêî wan nabe. Lê berkeliyên din dikarin hinekê bên guhertin.

Aşpêjên kurd jî bacanreşk wekî sos bikaranîne û tevlî gelek xwarinan kirine. Amadekirina vê xwarinê hinekê dijwar e. Heger rûnê nivîşkî neyê bikaranîn, çêja wê (tehm) xweşik nabe.

Li hin aşpêjxaneyên Bakurê Kurdistanê, vê xwarinê wekî kebaba Sêrtê jî binav dikin. Restorantên bajarên Bakur di kartên menûyan de zimanê romî (tirkî) bikartînin. Ev jî dibe sedemê tevlîheviyan.

Berkelî (bo şeş kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bacanên xwe bi kêrê 5-6 cihan qul bikin, bavêjin ser agir. Ango li ser agir bi saxî bibirijînin. Bi germî qalikên wan bigirin û ji bo ku reş nebe, têxin nava ava bi lîmonê.

2 kevçî runê xwe bihelînin, ardê xwe berdin navê. Bi tevdanê bi qasî 3-4 deqeyan biqelînin. Şîrê sar tevlî bikin, tevdin. 5-6 deqe keliya bacanên xwe hûrbikin, bipelixînin. Biguvişînin, ava wan derînin, tevlî vê sosê bikin.

Ji aliyekê ve bêî rawestan sosa xwe tevbidin, penîr û xweyê bavêjinê. Kevçiyeke rûnê nivîşkî bihelînin, berdin sosê û goşt jî tevlî bikin. Heya goşt ava xwe kişand bikelînin.

Pîvaza xwe tevlî bikin, biqelînin. Mergeyê bikinê, dûv re jî ard û frîngiyan berdin navê û tavbidin. Xwê û biharatê kontrol bikin, li ser daxwazê kêm an zêde bavêjinê û bihêlin bila dîsa bikele.

Kela wê bidawî bû, bi germî li binikên xwarinê belav bikin. Hûn dikarin li ser destexaneyê (sifre), gorî kêfa xwe binikên xwe bi îsotên dirêj ên li ser agir pijandine ûêd bixemilînin.