Biraşka narîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Biraşka narîn
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Biraşka narîn, narînkebab cureyek biraşkê (kebabê) ye. Pirranî li Botanê tê xwarin. Kebaba Colemêrgê jî dibêjin.

Narînkebab a li parêzgeha Colemêrgê tê xwarin, kêm-zêde wiha ye:

Berkelî (bo pênc kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goşt û kartola xwe bixaşînin, têxin badiyekê. Berkeliyên (melzemeyên) xwe yên din di awayê tîkegoştî de tîke bikin.

Quşxaneyê bînin, rûnê xwe berdinê. Berê pîvazê, dûv re îsot, goşt, merge, xwê, fringî û kartola xaşandî biqelînin. 1-2 stekan (qedeh) avê berdin navê û bi qasî 8-10 deqe bikelînin. Xwarina we amade ye.