Biraşteya barbûnyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Biraşteya barbûnyayê, xwarineke bi çêj e, ji goştê barbûnyayê. Di caxikê (izxare) de tê pijandin lê hûn dikarin di rûnbirêşkê de jî bipijînin.

Barbûnya (mullus barbatus) cure masiyek e ku di pêjgeha kurd û gelekan de cihekê girîng digire.

Berkelî (bo yek kesê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Masiyên xwe pakij bikin, pûlên wê biterişînin, jêbibin. Bi qasî 10 deqe di caxikê de bipijînin û têxin binikên servîsê. Heger hûn sosa xwe 2-3 rojan di sarincokê de bidin rawestandin xweştir dibe.

Firingî û îsotên xwe jî di caxikê de bipijînin. Rûnê zeytê, ava lîmonê û xwê tevdin, viya wekî sosê berdin ser masiyan.

Hûn dikarin bi seleteyê yan gorî kêfa xwe bi cure sosekê din jî servîs bikin. Hûn dikarin masiyan ard (arvan) jî bikin, lê aşpêjên navdar dibêjin ev hinekê çêja (tehma) masiyan dikuje.