Biraşka goştê kişandî ya bi savarê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Biraşka goştê kişandî ya bi savarê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Biraşka goştê kişandî ya bi savarê, kebaba Dîlokê ya bi simitê biraşka (kebab) ji goştê kişandî û savara hûrîk (simit) tê çêkirin e. Li gelek parêzgehên Kurdistanê tê xwarin lê ya Dîlokê deng vedaye. Di pêjgeha kurd de cihê savarê gelek mezin e, di kebaban de herwiha tê bikaranîn.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) pûjan
  • 2 dd (dendik) sîr
  • 300 gr goştê mihê (bê betan, ê sor)
  • 200 gr dûmê mihê (daw, don)
  • 50 gr savara hûrik a bo kufteyê
  • 1 îsota sor a stûr
  • 1 KŞ îsota sor
  • 1 KŞ xwê (solin)
  • 1 KŞ îsota reş

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goşt û dûmê li makîneyê bidin, bikişînin. Îsota sor û sîrê hûrik hûrik hûrbikin. Savara kufteyê bi avê şil bikin. Melzemeyên (berkelî) xwe bikin badî yan teşteke mezin, îsota sor, îsota reş û pûjanê tevlî bikin, bistrên.

Li ser şîşan bi dirêjkî rêzbikin. Ango dirêjkî bi şîşê ve bizeliqînin, li ser şîşê bipelixînin. Di agirê komirê de (yan dar û elektrîk) bipijînin.