Birinc bi silkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Birinc bi silkê xwarineke hêsan e. Riz (birinc), silk û xwê pêwîst e. Ji silkê re bi bandora dengên erebî silq jî dibêjin ku navê yê latînî beta vulgaris e. Ji serikên vê riwekê şekir çêdikin. Cemşîd Bender ev xwarek bi navê birinca bi silq tomar kiriye û di terîfeya wê de pûjan an biharbêhenkê din nîne.

Berkelî (melzemeyê xwarinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pincarê (silk) pakij bişon, qalikan bigirin û hûr bikin. Gorî pîvanê verok, quşxane, rûnbirêşk, beroş, kilince, dîz an sîtilekê bînin, avê berdinê, bikelînin.

Riz û silkê tevlî ava dikele bikin, xwê pê werbikin, bihêlin bila bikele. Kel bidawî bû li ser agir an di binikên xwarinê de rûnê qijilandî berdin ser û servîs bikin. Heger bi pûjan an biharbêhneke din dixwazin, di nava rûn de kêmtirî 1 deqe biqelînin, baldar bin bila neşewite.