Bizava Back To Jerusalem
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Back to Jerusalem (bi çînî: 传回耶路撒冷运动) navê bizaveke dînî ya hindek filehên çînî ne jibo evangelîkkirina hemî welatên bûdayî, hindûk û bisilmanên cîhanê. Ev tevger li salên 1920'an destpê bû[çavkanî pêwîst e], lê jiber tepeserkirina wan ji aliyê komûnîstan ve xwe veşart. Armanca niha ya vê dêra nepenî ya çînê evangelîkkirina 51 welatên cîhanê ye ko dikevin ser rêya avrûşimî (ji Çînê heta Deryaya Navîn)[çavkanî pêwîst e]. Niha nêzî 100.000 hinartî yên wan li wan welatan dixebitin[çavkanî pêwîst e].