Bizin
Ji Wîkîpediya
| Bizin | ||||||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||||||
|
||||||||||||||||||
| Navê zanistî yê bi latînî | ||||||||||||||||||
| Capra aegagrus hircus Linnaeus, 1758 |
Qiloçên bizinan ber bi paş ve tewandî ne û mûyên wan dirêj û zîx in. Ji yê nêr re nêrî dibêjin û riha wan heye. Ji biçûkên wan re dibêjin karik û ji ya mê ya ku hêj nehatiye nêrî re dibêjin gîsk.
Bi hezaran sal berê însanan bizin kedî kirine. Meriv ji şîr, çerm, goşt û mûyê bizinan fêde dibîne. Li welatê me, em li gor reng û şiklên wan navan jî li hinek bizinan dikin. Wek nimûne: bizina kol, bizina xez, bizina bel, bizina taq, hwd.