Botan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mîrgehên Kurd di 1885an de (navên nexşeyê bi îngilîzî ne).

Botan an jî Bohtan, herêmeke Kurdistanê ye. Botan ji Colemêrg, Sêrt heta Şirnexê biber e. Navenda herêmê Cizîr (Cizîra Botan) e. Botan heman demê navê çemekî li herêma Botan e.

Bêjenas[biguherîne]

Li gorî hin çavkaniyan dibe ku gotina botanê bi rengê Puh-tani û ankû pu-uh-ta-ni[1] ji dema hûriyan û gûtiyan be. Minorsky diyar dike ku herêmê nave xwe ji êla Boxtî girtiye, ya ku ji demên borî de li vê herêmê biwar e[2]. Çavkaniyên din jî biryara wan ev e ku, navê Botan ji eşîra Bextî yan Boxtî tê. Gorî Celadet Bedirxan Bextî kurtkirina Bextiyarî ye, navê eşîreke mezin li Kurdistanê û Luristanê. Bextî an jî wek ku di çavkaniyên serdema navîn ên erebî de derbas dibe "boxtî", "boxtan" navê herêmê yê kevnar e.[3].

Erdnîgarî[biguherîne]

Îro sînorkirina herêma botan erdnîgari çikasî zehmet be, dîrokî jî ewqasî zor e. Ji ber ku tû demeke de sînorên fermî yên wek dever, navçe an parêzgeh li vê herêmê nehatine kişandin. Botan an Boxtî erdê mîrgeheke kurdan bû ye. Keyên xanedanê ji êla Boxtî bûne, lewma ku ji herêma re Boxtan, paşê Botan hatiye gotin. Belê ev yeke xwediye sînorên pêdandî nebû ye. Desthilatiya mîrgehê bi sê çiqan li Finikê, Curdawîl û Cizîrê navend bûye, belê bandora wan a erdnîgarî bi îdarî û çandî carna teng carna jî fireh bûye.


Mîrgeha Botan[biguherîne]

Çiyayên herêmê[biguherîne]

Çiyayên Gabar, Cudî û Herekol li Botan in. Çemekî din jî çemê Zorava ye.

Hin herêmên din ên Kurdistanê Serhed, Behdînan, Soran, Erdelan, Hewraman (Oraman), Dêrsîm in.

Xwarinên herêma Botanê[biguherîne]

Binêre jî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]