Bülent Ecevit

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Bulent Ecevît hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mistefa Bulent Ecevît
Bülent Ecevit-Davos 2000.jpg
Serokkomarê Bülent Ecevît 2000.
Roja jidayikbûnê 28'ê Gulan 1925
Stenbol
Roja mirinê 5'ê Sermawez 2006
Enqere
Hemwelatî  Tirkiye
Eslê xwe Tirk
Dîn Îslam (sunî)
Pîşe siyasetmedar, serokkomar
Şanenav
Bülent Ecevit signature.png

Mustafa Bülend Ecevit (z. 28'ê gulanê 1925 li Stenbol − m. 5'ê sermawezê 2006 li Enqere), siyasetmedarê mezin ê Tirkiyê, Serokwezîrê berê, rojnamevan, helbestvan û nivîskarek bû.

Ecevit, ku bi navê Karaoglan (Kurikê reşik)" jî dihat nasîn, di malbateke Mirtib (Aşiq, Roman, Çîgan, Çîngene) de 28'ê gulana 1925'an de li Stenbolê ji dayîk bû. Nameyê Ecevît bi zimanê Romanî ye û bi eslê xwe Hacîvat e. Bavê wî mitirb û diya wî ji bi eslê xwe Ereb bû. Bapîr û dapîrên wî li Kurdistanê hatine jiyanê. Piştî yekemîn cara ku li Tirkiyê zagona paşnavan derdikeve, bavê wî paşnava Hacivat digire. Ji ber ku Hacivat di pêkenokiyê de tê bikaranîn paşê paşnava xwe dike Ecevit. Ew di sala 1945'an de bi Rahşan Ecevit (Aral) re zewicî bû.

Ecevit di nava refên CHP (Partiya Komar Gel) dest bi polîtikayê kir. Ji ber ku bavê wî yek ji endamên sazûmaniya nû ya komarê bû, Bülent Ecevit di dibistanên taybet de da xwand. Piştî dibistana amadeyî li Robert College, navê xwe li Zankoya Dadmendiyê ya Enqereyê beşa Ziman Dîrok Cografya tomarkir. Lê herçendî dibistanê naqedîne jî wekî ku qedandiye bêî dîplom di nava sazûmaniyê de kar kir. Li Balyozxaneya Tirkiyê li Londonê bi salan karê dîplomasiyê kir. Herwekî bêî dîplom bi pisporî karê rojnamegeriyê kir. Li London têkilî bi polîtîkvanên DYE datîne û li DYE dest bi kursên psîkolojî, şerê taybet, dîroka Rojhilata Navîn hwd kir.

Ew 27'ê rezbera 1957'an de wekî mebûsê Enqereyê çû meclîsê. 14 Gûlanê 1972 an de ji İsmet İnönü şinda hat serokê CHP hilbijartin. Li paş giştî hilbijartinê 26 ocaxê 1974 an de bi partiyê Necmettin Erbakan MSP(Milli Selamet Partisi, Partiya Milî Xweşî) re qoalisyon kir û bû Serokwezirê Tirkîye. Di Sala 1974´an de fermana dagirkirina girava Qubrisê kir. Piştî vê dagirkirinê li Tirkiyê bi navê "Karaoğlan - Lawikê reş" wekî lehengekî tê pêşwazîkirin. Derbê 12 Rezber (12 Eylül)e şinda hat girtin û avêtina hapisxhanê . Ji zindanê derket şinda di sala 1987´an de bû serokê DSP (Partiya Çepgîriya Demokratîk). Li paş giştî hilbijartinê 18 Nîsan 1999 an de DSP bû yekem û Ecevit dîsa bû Serokwezîre Tirkiyê. Di dema serokwezîrtiya xwe de bi navê çepgîriyê polîtîkayên rastgîr meşand.Ecevit 5'ê Sermawez 2006an de jiyana xwe li Enqere ji dest da.

Berhem[biguherîne]

Pirtûkên Helbest[biguherîne]

  • Şiirler (1976), Helbest
  • Işığı Taştan Oydum (1978), Tîrêj ji kevir neqişand
  • El Ele Büyüttük Sevgiyi (1997), Evîn bi hev re mezin kir

Pirtûkên Siyasî[biguherîne]

  • Ortanın Solu (1966), Çepê navendê
  • Bu Düzen Değişmelidir (1968), Divê ev sazûmanî bê guhertin
  • Atatürk ve Devrimcilik (1970), Atatürk û şoreşgerî
  • Kurultaylar ve Sonrası (1972), Komcivîn û paşî
  • Demokratik Sol ve Hükümet Bunalımı (1974), Çepa demokratîk û qeyrana hikûmetê
  • Demokratik Solda Temel Kavramlar ve Sorunlar (1975), Di çepa demokratîk de têgih û pirsgirêk
  • Dış Politika (1975), Polîtîkaya derveyî
  • Dünya-Türkiye-Milliyetçilik (1975), Cîhan-Tirkiyê-Neteweperwerî
  • Toplum-Siyaset-Yönetim (1975), Civak-Polîtîka-Desthilatî
  • İşçi-Köylü Elele (1976), Destbihevdin Karker-Gundî
  • Türkiye / 1965-1975 (1976), Tirkiyê
  • Umut Yılı: 1977 (1977), Sala hêviyê