Bêhna Axê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bêhna Axê romana duyem a Omer Dilsoz e. Di sala 2005'ê de ji Weşanên Berçem der çûye.

Roman ji 206 rûpelan durist dibe. Sê lehengên wê yên sereke hene: Dilgeş, Soza û Roza. Soza û Dilgeş ji zindanê derketine û çu tiştê wan nîn e, di nava heyiyê de neyî ne, di nava kesanên xwe de bêkes in; her wiha Roza jî ku bi Midûrê Dibistanê yê temenmezin re zewicî ye, desgirtiya berê ya Dilgeş e.

Kul û xem, têkoşîna li jiyanê mayinê di Bêhna Axê de bi awayekî aşkera mirov ber bi xwe ve dikêşe. Her wisa roman bi zimanekî lîrîk î sivik hatiye nivîsandin, hevok kin û sade ne; roman bi serdanpê ji diyalogan hatiye pê.