Bêrî Bihar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bêrî Bihar nivîskar û helbestvanekî kurd e ku li gundekî Êliha (Batmanê) ji dayîk bûye.

Bêrî Bihar di sala 1995 an de Enqere Zaningeha Gazî beşa mamostetiyê kuta kiriye. 5 salan wek mamoste xebitiye, da ku kirasê karmendiya dagirkeran ji tengahî we haniye ber fetisandine, ewê dev ji vî karî berdaye û jîn û dema xwe ber bi Kurdewariyê ve ajotiye. Mijara helbestên wê piranî jîn û jiyana jina Kurde. Heya niha du Dîwanên wê bi navê Qeşem û Buwariya Hestên Lerizi hatine çapkirin.

Li gel karê helbestvaniyê çîrok jî ji mezin û piçûkan ra dinivîsîne. Çîrokên zarokan weke rêzepirtûk ku ji pênc çîrokan pêk te li ber çapê ne. Helbestên Bêrî Bihar di gelek rojname, kovar û malperan mîna Kovara Pênûs, Rewşen, Hîwa, Rojnama Agirî ya Hewlerê, Kovara Soera li Holendayê, Malper Kaniya Helbestan, Mehname û wekî din de hatine weşandin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]