Bîrnebûn (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bîrnebûn
ZimanKurmancî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1997 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperbirnebun.eu/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bîrnebûn kovareke hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên Anatolyayê ye.

Komek rewşenbîrên ji kurdên Anatoliyê, li Almanyayê li ser derxistina kovarekê li hev kirin û li Newroza 1997an de bi hejmara yekem a Bîrnebûnê derketin pêşberî xwendevanên xwe.

Kovarê ji hejmara duyemîn bi şunda di bin Weşanxaneya Apecê li Swêdê dest bi weşanê kir.

Bîrnebûn bi sernavê “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê” derdikeve û heta niha di derbarê kurdên Anatoliyê de gelek çavkanî weşand. Dîrok, civaknasî, erdnîgarî, etnolojî, folklor û devoka kurdên Anatoliyê; eşkerekirina belge û agahiyên ku heta îro nehatine vekolîn û veguheztina çavkaniyên devkî ji armancên herî girîng ên kovarê ne.

Di kovarê de dîrok, wêje, kurteçîrok, çîrok, helbest, şano, folklor, efsane û wergerên li ser kurdên Anatoliyê cîh digrin.

Nivîskarên Bîrnebûnê di kovarê da li ser lêkolînên çandî, dîrokî û edebî disekinin. Ji ber vê yekê kovar, di çerçoveya prensîba bêalîbûnê de tê çapkirin. Ev yek jî di hejmara “Destpêk” a hejmara yekem a kovarê de, ku li ser dîrok û çanda kurdî radiweste, hatiye teqezkirin.

Her wiha heta niha gelek nivîskaran di kovarê de cîh girtin û gelek nivîs, hevpeyvîn û nûçe amadekirin.

Ji destpêkê da heta îro wek Nebî Kesen, Nuh Ateş, Ali Çiftçi, Seyfi Dogan, Fikret Yıldız, Muzaffer Özgür, Mem Xelikan, Berivan Keskin, Mehmet Bayrak, Rohat Alakom, İhsan Türkmen, Mehtab İdeli, Altun Başaran, Osman Alabay (Curukî), İrfan Baysal, Bekir Darî, Hacı Erdoğan, Vahid Duran, Amed Tigris, Mahmud Lewendî, Memê Hilkecikî, Hesenê Metê, Neçîrvan Qilorî, Memê Mala Hine, Prof. Dr. Haci Akman, Xizan Şîlan, Yusuf Yeşilöz, Yusuf Polat, Ecevit Yıldırım, Memduh Selim, Nesrîn Bayram, Fatoş Koyuncuer, Mille Evindar, Mistoyê Heco, Adem Özgür, S. Erdem, Enes Rojvan, Bilal Celebli, Hizir Akbîna û gelek kesên din di kovarê da cih girtin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]