Cîhana Sofie

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Cîhana Sofie ( bilêvkirina Kurdî:Sofî ) (bi Norwêcî: Sofies verden, bi Inglîzî: Sophie's World) romaneka romannivîsê Norwêcî Jostein Gaarder e ko li sala 1991ê çap bû. Ev kitêb jibo zêdetir ji 54 zimanên cîhanê hatiye paçivandin. Zêdetir ji 30 milyon kitêb jê hatine çapkirin. Tenê bi zimanê Elmanî 3 milyon jê hatine firotin. Paçiveya wê ya kurdî jî derkevtiye. Ahmet Gegez ev kitêb kiriye kurdî û weşanxaneya Do jî li Stenbolê ew weşandiye.

Ev roman pirranî hevpeyvîn û danûstandinek e di navbera Sofî Amundsen û kesekê pirr ji nihînî bi navê Alberto Knox. Ev roman bi nijara xwe ya aloz ve roman e û her di wê demê da jî destpêkek e jibo nasandina felsefeyê.

Kurtiya romanê[biguherîne]

Sofî Amundsen (Sofie Amundsen di deqa Norwêcî da) keçeka 14 salî ye ko li Norwêcê dijît. Sal 1990 e. Hindek name ji kesekê nenaskirî bi navê Alberto Knox digehin wê. Alberto feylesofekê 50 sal ye. bi vî rengî danûstanek liser niyasîna felsefeyê di navbera wan da dest pê dike.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)