Cıvıklı

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cıvıklı (bixwîne civikli), ji koma pîza û patîleyan a pêjgeha Tirkiyeyê, cure xwarinek e. Ji parêzgeha Kayseriyê Develiyê belav bûye, kurdên Anatolyaya Navîn jî dizanin û dixwin. Kurd wan bi navê cuda binav dikin; Lehmecûna stûr, patîleya Remezanê ya bi goştê kişandî ûêd.

Di firneya kevirî de tê pijandin. Goştê kişandî bi têkela xwe ya taybet li ser pelhevîrê (şikeva) tê raxistin û davêjin argûnê. Navik an têkela dikevê, dişibe ya lehmecûnê û carnan jî gelek biharbêhnê lê zêde dikin.