Cahş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cahş an jî Cehş ji bo kesên kû bi dewletê re kar dikin û li dijî serhildêran şer dikin, tê gotin. Herwekî ji kerên çêlik re jî Cahş anjî kurrîk tê gotin. Di dîroka Kurdistanê de gelek caran dewletên serdest ji nava civaka kurd kesên ku li dijî tevgerên azadîxwaz şer kirine ji xwe re bi kar anîne û ew bi serhildêren kurd dana şerkirin. Di van şeran de bi hezaran kurd bi destê hevûdû dane kuştin. Armaca wan dewletên ku Cahş û Cerdewanan bi kar tînin ewe ku civakê bikin çend beş û berxwedana şervanan bişkînin. Îro bi taybetî li bakurê Kurdistanê sistema Cahşîtiyê tê bi kar anîn û li derdora 60.000 kes weke Cahşê ( bi tirkî: Köykorucu) dewlêtê kar dikin. Serokeşîr û axayên kurd yên ku tenê li berjewendiyên xwe yên şeqsî dinêrin, ji vê sistemê re dibin alîkar.