Caillou

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Caillou (bixwîne: Kayû) navê rêzefîlmekî kartonî ye. Ango xêzefîlmekî ye. Ji aliyê TVa kanadayî Télétoonê ve hilberîna wê tê kirin. Rêzefîlm li kurdî jî tê wergerandin.

Caillou him navê fîlmê ye, him jî navê lehengê sereke yê fîlmê ye. Zimanê orjînal ê fîlmê fransî ye, li Kanadayê tê amadekirin. Niha li gelek welatan bi gelek zimanan tê pêşkêşkirin. Caillou di zimanê fransî de tê wateya xîz, xîç, berhûrikê. Serê Caillou rût e, şibandin ji vir jî tê.

Lehengên sereke[biguherîne]

  • Caillou: Lehengê sereke ye, 4 salî ye, lawik e. Serrût, pêlavsor e. Pirranî kirasê zer ê bi berstûkê sor, şortê şîn li xwe dike.
  • Doris: Madera (diya) Caillou ye. Her dem li hawara Caillou tê. Sekreteriyê dike.
  • Boris: Pederê (bavê) Caillou ye. Mirovekî baş, merd e. Mixabin di karên destan de hinekê lawaz e, pirr ji temîran fêhm nake. Heger destê xwe avêt temîrê jî, xirab dike.
  • Rosie: Xûşka Caillou ye. 2 salan ji Caillou biçûktir e. Porê wê tirincî ye. Carnan belayan dertine û tîne li birayê xwe diqelibîne.
  • Dapîr: Madera Boris, dapîra Caillou ye. Bo pirsgirêkên neviyê xwe, li çareseriyên afirandêrî digere.
  • Bapîr: Bavê Boris, bapîrê Caillou ye. Caillou digerîne, alîkariya wî dike.
  • Gilbert:Pisîka (kitik) Caillou ye ku gelek hez jê dike.

Girêdan[biguherîne]