Camî (helbestvan)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Camî
Hina ciwan bû li cem bavê xwe

Nûredîn Ebdurehman Camî an jî bi kurtayî Camî (Farisî: نورالدین عبدالرحمن جامی ; Nur ad-Din Abd ar-Rahman Jami) (18ê tebaxê 1414 - 19ê çiriya paşîn 1492) yek ji girîngtirîn helbestvanê zimanê farisî yê sedsala 15an e. Helbestvanê şêwaza sufîzmê bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nûredîn Edurehman ji ber ku li parêzgeha Xorasanê li bajarê Cam'a ji dayik bûye weke Camî hatiye naskirin. Piştî çêbûna wî bi çend salan malbata wî bar dike Heratê. Li Zanîngeha Nîzamiya ya Heratê xwendina matematîk, wêjeya erebî, zanista xwezayê û felsefeya îslamê dike.[1] Piştre li pey zanistên cîhanê çû li Semerkantê xwendinê bike. Edurehman Camî mirovekî girêdayî terîqeta Neqşîbendiyê bû.

Camî di jiyana xwe de gelek berhem (pexşan, dîwan û name) nivîsandine.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Biharistan
  • Diwanha-ye Sehganeh (Dîwana sêgane)
  • Fawa ed Ziya'iya fi sah al'Kafiya
  • Haft Awrang (Heft text)
  • Jame -esokanan-e Kaja Parsa
  • Lawa'ih A treatise on Sufism (Roniyê)
  • Nafahat al-Uns (Henaseyên Bratiyê)
  • Resala-ye manasek-e hajj
  • Resala-ye musiqi (Rîsaleya musîqî)
  • Resala-ye tariq-e Kvajagan
  • Resala-ye sarayet-e dekr
  • Resala-ye so al o jawab-e Hendustan
  • Sara-e hadit-e Abi Zarrin al-Aqili
  • Sar-rešta-yetariqu-e Kājagān
  • Shawahidal-nubuwwa (Nîşanên cuda yên pêxemberiyê)
  • Tajnīs 'al-luġāt Xebateke ferhengî ya zimanê farisî û erebî.[2]
  • Tuhfat al-ahrar

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rizvi, Sajjad. "The Existential Breath of al-rahman and the Munificent Grace of al-rahim: The Tafsir Surat al-Fatiha of Jami and the School of Ibn Arabi". Journal of Qur'anic Studies.
  2. ^ Shīrānī, 6.