Can Yücel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Can Yücel (* 1926 li Stenbol - † 12'ê gelawêjê 1999 li Datça) (bilêvkirina bi kurdî: Can Yîûcel), şaîr û nivîskarekî Tirk bû.

Kurê Hasan Ali Yücel e. Li Enqereyê di DTCFê (Fakûlteya ziman, dîrok û erdnîgariyê) de, di beşa fîlolojiya klasîk de perwerde dîtiye. Piştre li Brîtanyayê di zanîngeha Cambridge de xwendiye. Demekê li Londonê di radyoya BBC de kar kiriye. Piştî ku vegeriyaye Tirkiyê li Bodrumê ji bo tûrîstan rêberî kiriye. Paşê li Stenbolê bicih bûye û bi karê wergerê jiyana xwe domandiye.

Helbest, werger û nivîsên wî bi pirranî di kovarên Yenilikler, Beraber, Seçilmiş Hikayeler, Dost, Sosyal, Adalet, Şiir Sanatı, Dönem, Yön, Ant, Imece, Papirüs, Yeni Dergi, Birikim, Sanat Emegi, Yazko Edebiyat de derketine.

Piştî salên 1965’an Can Yücel dest bi nivîsên siyasî jî dike. Wî di helbest û nivîsên xwe de bi pirranî îronîzm, "mîzaha reş" û hîciv bi karaniye.[1]

Can Yücel di 12'ê gelawêjê sala 1999an de li Datçayê çû ser dilovaniya xwe û li wir hate binaxkirin.

Berhemên wî[biguherîne]

  • Yazma (Nenivîsîne) (1950)
  • Her Boydan (Ji bejnerengan) (1959)
  • Sevgi Duvarı (Dîwarê dildariyê) (1973)
  • Bir Siyasinin Şiirleri (Helbestên polîtîkerek) (1974)
  • Ölüm ve Oğlum (Mirin û lawê min) (1976)
  • Şiir Alayı (Liqa helbestê) (1981)
  • Rengâhenk (Rengaheng) (1982)
  • Gökyokuş (Bere asîman) (1984)
  • Beşibiyerde (Pencyekane) (1985)
  • Canfeda (1985)
  • Çok Bi Çocuk (Pirr jî zarok)(1988)
  • Kısa Devre (Demekurtane) (1990)
  • Kuzgunun Yavrusu (?) (1990)
  • Gece Vardiyası (Qora kar a şevê, vardiya şevê) (1991)
  • Güle Güle-Seslerin Sessizliği (Oxirbe-Bêdengiya dengan) (1993)
  • Gezintiler (Gerrîne) (1994)
  • Maaile (?) (1995)
  • Seke Seke (Lengane, lengokî) (1997)
  • Alavara (Fêlbazî) (1999)
  • Mekânım Datça Olsun (Bila wargehê min Datça be) (1999)

Çavkanî[biguherîne]