Can Yücel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Can Yücel
Jidayikbûn21 tebax 1926 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin12 tebax 1999 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îzmîr Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêŞêrpence li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
Partiya Siyasî
  • Partiya Karkerên Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Hasan Âli Yücel Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Can Yücel (jdb. 1926 li Stembol - m. 12ê tebaxa 1999an li Datça) helbestvan û nivîskarekî tirk bû.

Kurê Hasan Ali Yücel e. Li Enqereyê di DTCFê (Fakûlteya ziman, dîrok û erdnîgariyê) de, di beşa fîlolojiya klasîk de perwerde dîtiye. Piştre li Brîtanyayê di zanîngeha Cambridge de xwendiye. Demekê li Londonê di radyoya BBC de kar kiriye. Piştî ku vegeriyaye Tirkiyê li Bodrumê ji bo tûrîstan rêberî kiriye. Paşê li Stembolê bicih bûye û bi karê wergerê jiyana xwe domandiye.

Helbest, werger û nivîsên wî bi pirranî di kovarên Yenilikler, Beraber, Seçilmiş Hikayeler, Dost, Sosyal, Adalet, Şiir Sanatı, Dönem, Yön, Ant, Imece, Papirüs, Yeni Dergi, Birikim, Sanat Emegi, Yazko Edebiyat de derketine.

Piştî salên 1965’an Can Yücel dest bi nivîsên siyasî jî dike. Wî di helbest û nivîsên xwe de bi pirranî îronîzm, "mîzaha reş" û hîciv bi karaniye.[1]

Can Yücel di 12ê tebaxê sala 1999an de li Datçayê çû ser dilovaniya xwe û li wir hatiye binaxkirin.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Yazma (Nenivîsîne) (1950)
  • Her Boydan (Ji bejnerengan) (1959)
  • Sevgi Duvarı (Dîwarê dildariyê) (1973)
  • Bir Siyasinin Şiirleri (Helbestên polîtîkerek) (1974)
  • Ölüm ve Oğlum (Mirin û lawê min) (1976)
  • Şiir Alayı (Liqa helbestê) (1981)
  • Rengâhenk (Rengaheng) (1982)
  • Gökyokuş (Bere esman) (1984)
  • Beşibiyerde (Pencyekane) (1985)
  • Canfeda (1985)
  • Çok Bi Çocuk (Pirr jî zarok)(1988)
  • Kısa Devre (Demekurtane) (1990)
  • Kuzgunun Yavrusu (?) (1990)
  • Gece Vardiyası (Qora kar a şevê, vardiya şevê) (1991)
  • Güle Güle-Seslerin Sessizliği (Oxirbe-Bêdengiya dengan) (1993)
  • Gezintiler (Gerrîne) (1994)
  • Maaile (?) (1995)
  • Seke Seke (Lengane, lengokî) (1997)
  • Alavara (Fêlbazî) (1999)
  • Mekânım Datça Olsun (Bila wargehê min Datça be) (1999)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]