Carl Wieman

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Carl Edwin Wieman (* 26'ê adarê 1951 li Corvallis, Oregon) fîzîknasekî navdar ê DYAyî ye. Sala 2001'î bi tevî Eric Allin Cornell û Wolfgang Ketterle Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

[biguherîne] Jînenîgarî

Piştî perwerdeya bilind derfeta berdewamkirinê ji MITê digire. Li zanîngeha Stanford University, sala 1977'î dîplomê werdigire. Wekî assîstentprofesor li zanîngeha Michigan kar dike. Sala 1984'î li zanîngena Colorado dest bi kar dike. Ji sala 1987'î wekî profesor li heman zanîngehê dixebite.

[biguherîne] Xebat û girîngiya Wieman

Li gelek warên fîzîkê xebitiye û lêkolîn kiriye. Lê bi giranî xwe daye fîzîka germahiyên awarte û extrem. Ew jî yek ji kedkarê avakirina Kondensasyona Bose-Einstein e. Herwiha li ser atom, cemedkirina lazeran, pîvandinên têkûz ên fîzîkê, angaşta qelskirina bandora elektrîkê, cureyên spektrometrîyan hwd jî lêkolîn û xebat pêk aniye.

[biguherîne] Xelat û paye

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din