Cejna Heftemal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cejna Heftemal ji alî kurdan ve di 2'ê adarê de tê pîrozkirin. Ji deşt û newalan kulîlkên rengîn tên hevdan. Ji van kulîlkan xelekek tê çêkirin. Ji vê xelekê re şîlan tê gotin. Jin û mêr, biçûk û mezin, mirov xwe baş dişon, paqij dikin, destmêj digirin û bi dia sê caran di nava şîlanê re derbas dibin. Li gora baweriyê, mirov bi vê derbasbûna şîlanê re ji hemû kul, keder û derdan xelas dibe. Bi beden û ruhekî paqij û sivik derbasî bihara pîroz dibe.