Cejna Qurbanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ajalên qurbankirî

Cejna Qurbanê, eyda haciyan an jî eyda qurbanê (bi erebîعيد الاضحى, Ayd al-Adha; farsî: عید قربان , Eyd-e Qorban; tirkî, Kurban Bayramı) li gorî baweriya misilman cejna qurbankirina ajalan a dînê îslamê ye. Ew li gorî salnameya hîcrî di roja 10'an a meha Zîlhice de dest pê dike û çar rojan diajo. Ji bo sedema cudahiya di navbera salnameya hîcrî û salnameya Gregorî de, 10 an jî 11 rojan ciyawazî heye, li gorî salnameya Gregorî ew her sal di demên cuda de tê pîrozkirin. Cejna Qurbanê herwiha ji bo misilmanan dema ferza îslamî ya ziyaretkirina Kabeyê ye ku misilman bi vê ziyaretê dibin hacî.

Li welatên ku gelheya wan bi giştî misilman in, cejna Qurbanê weke betlane ya fermî tê qebûlkirin. Cejna Qurbanê bi Cejna Remezanê re yek ji girîngtirîn cejnên îslamê ye.

Sedem[biguherîne]

Ziyaretkirina misilmanan li Kabeyê

Qurban di wan rojan de ji bo peyçûna Îbrahîm pêxember tê kirin. Îbrahîm pêxember ji bo zarokên xwe ne dibûn sozaka wiha da bû: ger Xwedê zarokekî bi min de ezê wî zarokî ji bo Xwedê qurban bikim. Paş Îsmaîl pêxember bû re wî soza xwe bîr kirî bû. Kengê wî sê şevan li ser hev xewna xwe de dît ko ew îsmaîl pêxember qurban dike re, wî fehm kir ko Xwe de dixwazê ko ew sozê xwe bicîh bike. Ew bi Îsmaîl pexamber re dibeje û Îsmaîl pexamber jî qabûl dike ko ji riya Xwedê de qurban be. Kengê dike Îbrahîm pexamber kêre bi stûye îsmail pexamber de Xwede mizgîna wan azmûn derbaz kirî dida wan Û bi Îbrahîm pêxember re dibeje ko şuna Îsmaîl pexamber berana kî qurban bike. Misilman jî pê Mihemed pêxember re qurbanê wek cejnake pîroz dikin û heywanan qurban dikin.

Qurban li Çiyayê ErefatêHec dike û rewşa xwe rind re wacib e.

Nimêja Cejna Qurbanê[biguherîne]

Wek Cejna Remezanê roja cejna qurbanêya pêşin an jî duyem nimêja cejnê he ye. Ew du rekatin û sibe bi cimate tê kirin.

Daraza Qurbanê gorî Zavan[biguherîne]

Qurbanê, ew kesên narewîtî, azad û qasî nîsab male xwe henî dikin. Nîsaba ji bo qurbanê wiha ye: ew kesî, hewceyiyên bingehîyen wek xanî, tiştên bingehiyên xanî, heywana ji bo siyar bûne, sê qat kincên xwe, ew kesên li aborîye wan peyda dike û li deynên xwe bê tir qasî 80, 18 gr zerî xwe heyî qurbanê dike. Lê qurban daraza qurbanê gorî zavan cihê bi cihê ye. .

Şafiî[biguherîne]

Gorî şafiîyan qurban kirin sunneta mûekkede ye. Ew kesên, jin an jî mêr, qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin sunneta mûekkede ye.

Malikî[biguherîne]

Gorî malikîyan qurban kirinê sunneta mûekkede ye. Ew merên qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin sunneta mûekkede ye.

Gurandina qurbanekî li Senegalê

Henefî[biguherîne]

Gorî henefîyan qurban kirin ew kesî rewşa xwe rind re wacib e. Ew kesî, jin an jî mêr, qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin wacib e.

Henbelî[biguherîne]

Gorî henbelîyan ew kesî rewşa xwe rind re ferza kifaye ye. Ew merên qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin ferza kifaye ye.

Heywanên tên Qurban kirin[biguherîne]

Mih, bizin, hêştir, dewar û ga dikanin werin qurbankirin. Li wan divê ko bikêmasî deve 5, dewar û gemêş 2, mîh û bizin ji 1 dîtî be. Mîh û bizinan ancax yek kes dikana qurban bike. Deve, dewar û gemêşan jî heta 7 kesan mirov dikana tev qurban bike. Ew heywanên bi kêmasî wek çav, gunên xwe tune, naxweş, lawaz qurban nabin.

Li gorî Salnameya gregorî dîroka pîrozkirina cejnê: