Celîlê Celîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Celîlê Celîl
Jidayikbûn26ê çiriya paşîn a 1936an (87 salî)
Êrîvan, Ermenistan
Pîşe
  • Nivîskar
  • lêkolîner
  • zargotinzan
  • dîroknas
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Xelat
biguhêreBelge

Celîlê Celîl (jdb. 26ê çiriya paşîn a 1936 li Êrîvanê, Ermenistan) nivîskar, lêkolîner, zargotinnas û dîroknasek e ku bi eslê xwe ji kurdên Ermenistanê ye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Celîlê Celîl li bajarê Êrîvan li welatê Ermenistanê ji dayik bûye û li zanîngeha Êrîvanê û rêxistiya rojhilatnasiyê ya Lenîngradê wane xwendiye. Di sala 1963 de PhD ya xwe li warê kurdnasiyê wergirtiye. Ji 1963an heta 1993an, wekî zanyarê sereke di beşa kurdnasiyê li Akademiya Zanistî ya Ermenistanê de wekî zanyarê sereke bi rusî 'Starshiy Nauhniy Sodrûdnîk' bûye. Celîlê Celîl digel birayê xwe Ordîxanê Celîl, helbestên ayînî ya êzidî û zargotina kurdî kom kiriye û li çap daye. Piştî hilweşîna Sovyeta berê, ew li welatê Awistirya bi cîh bû û niha li Akademiya zanistî ya Awistirya yê dixebte[çavkanî hewce ye].

Celîlê Celîl heta naha nêzîkî 40 heb pirtûk nivîsandiye. Ji wan pirtûkan 20 heb bi zimanê kurdî nivîsandiye. Pirtûkên wî li zimanên weke tirkî, ermenîkî, rusî, erebî u zaravayê soranî hatine wergerandin. Gelek berhemên wî yên çapnebûyî hene[çavkanî hewce ye].

Pirtûkên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Xelata Şerefnamê ya 2020an ji Konê Reş re ye". ÇandName. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2020.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]