Celal Bayar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Celâl Bayar

Mahmud Celâl (ji sala ku zagona paşnavan derket, ango 1934, paşnava wî kirin Bayar) (* 16'ê gulanê 1883 li Umurbey, Bursa; † 22'ê gelawejê 1986 li Stenbol) siyasetmedar û sêyem serokkomarê Tirkiyeyê bû.

Bi eslê xwe ne tirk, ji malbateke bulgaristanî bû. Yek ji peyayên Contirkan, Komîteya bo yekîtî û pêşdeçûnê (Ittihat ve Terakki) û dostên demekê yê Mustafa Kemal Atatürk bû. Tevlî birêvebirina Nîjadkujiya Ermeniyan bûye, bo wê wekî sîmbolîk demekê hatiye darizandin jî. Dewleta Romê (Tirkiye) navê Bayar daye gelek wargeh, kolanên Kurdistan û Tirkiyeyê.

Ji sala 1924 heya 1946'ê bi qeydê pîşandinî (tayînkirî) geh dibû wezîr, geh burokrat, geh jî parlamenter.

Galip Hoca ev bi xwe ye[biguherîne]

Di bin kod navê Galip Hoca de li dijî gund û bajarên yewnanên Anatoliyayê komkujî, talan organîze dikir. Wê demê yewnan pirranî li herêma Ege û Trakyayê cihwar bûn. Gelek zanayên rojavayî navê Şerê serxwebûna Tirkiyê qebul nakin, dêl wê ve Şerên tirk û yewnanan bikartînin.

Sala 1945'î bi fermî sazûmaniya yekpartîtî ya Tirkiyeyê tê tê rakirin. Partiya Demokrat (Tirkiye) (DP) tê damezirandin. Bayar jî xwe dide cem Adnan Menderes. Hin dibêjin viya bi zanebûn kiriye, xwestiya mihalefetê bike bin kontrola kemalîstan. ji ber wê ketiye nava DPyê. Sala 1950'yê DP di hilbartinê de biserdikeve. Bayar di 22'ê gulanê 1950'yê de dibe serokkomar.

Talana xrîstiyanan[biguherîne]

Di bin serokkomariya Bayar de, bi sîstematîkî asîmîlasyona kurdan tê birêvebirin. Herwiha yewnan, ermenî, suryanî, pontûs ûêd jî para xwe ji polîtîkayên kemalîst digire. Di 6 - 7'ê rezberê saöa 1955'î de li Stenbolê talana "ne-misilmanan" pêk tê. Bi dehhezaran tirkên rastradîkal û êrîş dibin ser mal, kargehên xrîstiyanan. Dikan û malan dişewitînin, dest didin ser pere û dewlemendiyên wan.

Di cûntaya sala 1960'î de ji aliyê eskeran ve tê girtin. Menderes û du wezîr tên dardekirin lê Bayar serbest tê berdan û efûkirin.

Çavkanî[biguherîne]

  • Camilla Dawletschin-Linder: Diener seines Staates. Celal Bayar (1883-1986) und die Entwicklung der modernen Türkei - Xulamê welatê xwe Celal Bayar û avabûna Tirkiyeya nûjen. Harrassowitz (2003), ISBN 3-447-04740-2 (almanî)