Celaledînê Rûmî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mawla Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Celaledînê Rûmî
Navê rastî
جلال‌الدین مُحمَّد بلخی Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn30 îlon 1207 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Vakhsh (Khwarezmian Empire) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin17 kanûna pêşîn 1273 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qonye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêMevlâna Museum, Yeşil Türbe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • Seven Sessions
  • Fihi Ma Fihi
  • Mesnewî
  • Diwan-e Shams-e Tabrizi
  • Maktubat Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
Hevjîn
  • Gawhar Khatun Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Celaledînê Rûmî an Mewlana Celaledînê Rumî an jî Mewlana Celaledînê Belxî (bi farisî مولانا جلال الدین محمد رومی‎, Mowlānā Jalāl ad-Dīn Muḥammad Rūmī) di 30ê îlonê 1207an da li bajarê Belxa Efxanistanê ji dayik bûye. Rûmî, ligel Senayî û Etar yek ji helbestvanên sofî yên mezin ên faris e. Malbata wî bi malbata mîrê Xarizmê mirovântî danî bû. Hî di temenekî biçûk de Rûmî bi bavê xwe re li dinyayê geriyaye û çûye Bexda, Meke û Şamê. Tê gotin ku di van geran de wî sê salî (di sala 1210an de) Etarê kal dîtiye û wî jî bo Rûmî gotiye ku ew dê bibe mirovekî gelekî bi nav û deng û mezin. Dîsa tê gotin ku wî berhemeke xwe diyariyî Rûmî kiriye. Bavê Rûmî Behaedîn Weled sala 1227an li Qonyeya Anatolyayê niştecî dibe. Siltanê selçûqiyan bavê wî kire profesor, piştî mirina bavê xwe di sala 1230an de Rûmî cîhê wî girt û heta mirina xwe di 17ê kanûna pêşîn 1273an de li Qonyayê jiya. Berhema wî ya here bi nav û den mesnewiya wî ye.

Mewlana Celaledînê Rûmî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Barks, Coleman (1996). The Essential Rumi. HarperSanFransisco.
  • Cyril Glassé (1991). The Concise Encyclopedia of Islam. HarperCollins, San Francisco. ISBN 0-905743-65-2 (sererastkirinên bikarhêner MikaelF).