Celalettin Yöyler

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Celadettin Yöyler
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1941ê
Mirin16ê çiriya paşîn a 2013an (72 salî)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Celalettin Yöyler (bilêvkirina bi kurdî: Celaledîn Yîoyler) (jdb. 1941 − m. 16 çiriya paşîn 2013), nivîskar û rojnamevan û lêkolînerê wêjeyîkurd bû.

Li cur be cur medreseyên Kurdistanê xwendina olî û rêzimana erebî dîtiye. Di 1966an de, bûye melayê gundê xwe yê bi navê Xanik. Di 1983an de, ji Meletiyê malnişîn bûye. Sala 1989an bûye endamê meclîsa parêzgeha Mûşê.

Di 1990î de bûye serokê HEPê yê navçeya Milazgirê û serokatiyê heya bidawîhatina partiya DEPê domandiye. Heman salî hatiye girtin di girtîgeha Erzinganê de çend mehan maye. Pişt re sal 1994an mala wî şewitandine û koçê Stembolê kiriye. Li bajarê Stembolê yekem car xwedîtiya rojnameya Azadiya Welat kiriye. Digel xwedîtiya vê rojnameyê demek kurt xwedîtî li rojnameya rojane ya, Demokrasî (rojname) yê jî kiriye.

Di 1997an de bûye endamê enstîtuya kurdî ya Stembolê. Di endamtiya xwe de xebata senatoya enstîtuyê digel hevalan daye meşandinê û bûye endamê navenda HADEPê. Dûv re bûye endamê rêveberiya enstîtuya kurdî ya Stembolê. Yöyler digel xebata enstîtuyê, heft sal li ser şiroveya dîwana Melayê Cizîrî xebitiye û ev berhem pêşkêşê enstîtuyê kiriye. Di beriya dîwanê de, di sala 1997î de berhemek bi navê Gelperwerî û Nîjadperestî nivîsiye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]