Cengîz Xan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cengîz Xan
Navê rastî
ᠴᠢᠩᠭᠢᠰ ᠬᠠᠭᠠᠨ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
ᠲᠡᠮᠦᠵᠢᠨ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

c. 31 gulan 1162 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Delüün Boldog (Khamag Mongol) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin18 tebax 1227, 25 tebax 1227 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Yinchuan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêHorse fall li ser wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêNayê zanîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Mongolî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Khagan of the Mongol Empire (1206–1227) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Börte
  • Khulan
  • Gürbesu
  • Yesui
  • Yesugen Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Jochi
  • Chagatai Khan
  • Ögedei Khan
  • Tolui
  • Wuluchi
  • Alahaibieji
  • Tümelün
  • Checheyikhen
  • Yeli'andun
  • Il-Altun
  • Huochenbieji
  • Kölgen
  • Chawuer
  • Shuerche Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Yesugei Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Hoelun Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Tekina Khatun (descendant, uncertainty) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MalbatBorjigin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Navê Cengîz Xan bi mongolî

Çengîz Xan (bi mongolî: Чингис Хаан, yanî ; yê rast Temûçîn, Тэмүүжин, yanê hesinkar), (jdb. 1155, 1162 an 1167; m. 18ê tebaxê 1227) yek ji serdarên navdar ê Mongolan bû.

Çengîz Xan bi barbariya xwe tê naskirin. Yek ji barbarên herî mezin ê dîroka mirovahiyê ye. Di çanda kurdî de jî barbariya Çengîz Xan, Tîmûrleng, Atîlla, hwd cihekê girîng digirin.

Tê gotin ku ji qebîleya Kiyatê ye û bavê wî navê Temûçîn lê kiriye û dema ku hatiye dinê di çengê wî de xwîn hebûye û ji bo wê gotin ku ew dê bibe şervanekê mezin.

Çengîz Xan ji aliyê bavê xwe ve xizmê Kabûl Xan, Ambagaî û Kûtûla Xan e. Dewleta Mongolan bindestê Xanedana Jin de bû û dema ku ji aliyê wan ve hatiye hilweşandin, bavê wî Yeşugey, bû serekê qebîleyên Mongolan.

Bi navê Hazar Kasar, kaçîûn û Temuge ve 3 birayên wî, bi navê Temûlîn ve xwişkeka wî û bi navê Bekter, belgutey ve 2 biramariyên wî hebûn.

Jina wî ya yekem Borte ye. Borte, dema ku nû mêr kiribû ji aliyê qebîleya Merkîtan ve hatibû revandin lê paşê ji aliyê Temûçîn ve dîsa hatiye rizgarkirin. Borteyê 4 zarok anîne dinê. Navê wan; Cûcî, Çaxatay, Ogedey, Tolûy e. Xêncî van a gelek jin û zarokên wî hebûne û hejmara keçên wî jî nayê zanîn.

Zarokatiya Temûçîn gelek dijwar derbas bûye. Hê di 9 saliya wî de bavê wî ji aliyê teteran ve hatiye jehrandin û di 9 saliya xwe de bûye serekê qebîleyê. Lê qebîleya wî ji bo ku serokatiya zarokekî qebûl nekin ew terk kirin. Di nêçîrê de biramariyê xwe yê bi navê bekter kuşt û bû sermiyanê malê.

Di sala 1190ê de Konfederasyona Mongolan bi yek kir û ji bo hakimiyeta xwe bi navê Yasa qanûnek da nivîsandin. Paşê şerekî de Tûxrûl Xan û destbirakê xwe Camûka têk bir û hemû konfederasyonên Mongolîstanê yek kir. Li pey wê re komcivîn dîsa kombû û navê Cengîz Xan dan wî.

Di sala 1215an de Çîn kir bin destê xwe, di sala 1220an de Dewleta Xwarezmşahan hilweşand û sînorên xwe li Deryaya Japanê heta Deryaya Qezwînê berfirehkir.

Di sala 1227an de di rêya sefera Çînê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî kevneşopên Mongolan cihê gora wî hatiye weşartin û nayê zanîn.

Di çanda devkî ya Kurdî de Cengîz Xan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ji Çengîz Xan pirsîne şerefa herî mezin çiye? Gotiye bidestxistina keçên dijmin, dîtina girînên dayikên wan e.
  • Cihê ku Çengîz lê derbas dibû ûrtê kûçikan diqeliyan (Mongolan goştên kûçikan dixwarin).
  • Heger Çengîz Xan ne ehrîman (şeytan) be, wê gavê Xwedê pêdivî bi şeytên nîne.
  • Çengîz (bo paşayên Osmanî jî tê gotin) diqehirî ka çima bavê wî zû miriye û Çengîz ew bi destê xwe nekuştiye.
  • Çengîz (bo Tîmûrleng û paşayên Osmanî jî tê gotin) zebeş bi mirovan dida xwarin û digot hêjîr birrîn.
  • Kê ji meytên mirovan Masîs (Sîpanê Xelatê) çêdikir? Çavbeqan (bo Tirk-Mongolan).

Giredanê dervê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]