Charles Hard Townes

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Charles Hard Townes
Navê rastî
Charles H. Townes Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn28 tîrmeh 1915 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Greenville Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin27 kanûna paşîn 2015 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Oakland, Kalîforniya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Amerîkî
Perwerde
  • California Institute of Technology
  • zanîngeha Duke
  • Furman University
  • Greenville High School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • maser Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Frances Brow Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Guggenheim Fellowship (1955)
  • Niels Bohr International Gold Medal (1979)
  • Xelata Nobelê ya Fizîkê (1964)
  • Frederic Ives Medal (1996)
  • Stuart Ballantine Medal (1962) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Charles Hard Townes (jdb. 28ê tîrmeha 1915an li Greenville, Karolînaya Başûr, DYA ) fîzîknasekî navdar ê Amerîkayê ye, guncavê Xelata Nobelê hatiye dîtin.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Charles Hard Townes di 28ê tîrmeha sala 1915 hatiye jiyanê. Bavê wî parêzer Henry Keith Townes û diya wî jî Xanim Ellen (Hard) Townes e.

Ew li dibistanên Greenville (Karolînaya Başûr) dixwîne. Li heman bajarê zanîngehê jî dixwîne (li Zanîngeha Furman). Sala 1935 bidawî dike, bo masterê diçe Duke University (1936). Doktoraya xwe sala 1939 li Enstîtuya Teknolojiyê ya Kalîforniyayê li ser veqetandina îzotopan dide.

1933 heya 1947 ew li Laboratûarên Bell e ku li wir cureyên radaran bo şer bipêşxistibû. Di pêşxistina teknîka radaran de rola wî mezin e.

Sala 1950 ew profesorê fîzîkê ye li Zanînegha Columbia. 1950 heya 1952 ew gerînende ye li Columbia Radiation Laboratory û 1952 heya 1955 serokê fakulteya fîzîkê ye. Ji 1959 heya 1961 ew birêveber e di Enstîtuya ji bo Analîzên Parastinê li Washington D.C..

Sala 1961 bo profesoriya fîzîkê bike li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts tê vexwendin lê napejirîne, bo lêkolînan xwe serbest dihêle. Sala 1967 profesore li Zanîngeha Kalîforniyayê.

Townes sala 1941 bi Frances H. Brown re marî dibe (dizewice) û çar keçên wan dibin, Linda Rosenwein, Ellen Anderson, Carla Kessler û Holly Townes. Ew bûrayê Arthur L. Schawlow e ku sala 1951 ciwantirîn xûşka wî Aurelia pê re marî bûbû.

Sala 1967 ew dibe serokê Civaka Fizîknasên DYAyê, American Physical Society.

Xebat û girîngiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew gelek cureyên radaran bo şer çêdike, teknîka mîkropêlan (pêlên mîkro) di lêkolînên radarê de diceribîne.

Herwiha ew li ser elektronîka qûantan, radyoastronomî, înfrarotastronomî jî gelek lêkolîn û ceribandinan dike, cîhana teroriya wan bipêşdixe, dewlemend dike.

Townes sala 1964 bi tevî Nîkolay Basov û Alexander Proxorov Xelata Nobel a fîzîkê werdigire.

Charles H. Townes, 2007 (rastê)

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Making Waves. AIP Press, 1995.
  • How the Laser Happened: Adventures of a Scientist. Oxford University Press, 2000.
  • bi tevî A. L. Schawlow: Microwave Spectroscopy. McGraw-Hill, 1955.
  • bi tevî A. L. Schawlow: Infrared and Optical Masers. Di: Physical Review. Bend 112, 1958, S. 1940
  • A life in physics, Oral History Interview von Suzanne Riess, University of California 1994 (Pêşgotin ji Arthur Schawlow)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • M. Bertolotti: History of the Laser. Taylor and Francis, 2004.
  • J. L. Bromberg: The Laser in America, 1950–1970. MIT Press, 1991.
  • R. Y. Chiao: Amazing Light : A Volume Dedicated To Charles Hard Townes On His 80th Birthday. Springer, 1996.
  • J. Hecht: Beam: The Race to Make the Laser. Oxford University Press, 2005.
  • J. Hecht: Laser Pioneers. Academic Press, 1991.
  • N. Taylor: Laser: The Inventor, the Nobel Laureate, and the Thirty-Year Patent War. Citadel, 2003.
  • Frances Townes: Misadventures of a Scientist's Wife. Regent Press, 2007.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]