Chen-Ning Yang

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Chen-Ning Yang
Navê rastî
楊振寧 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1 çiriya pêşîn 1922 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hefei County (Komara ÇînêLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÇîn (2015–), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (naturalisation, 1964–2015), Komara Çînê (1922–1949), Taywan (1949–2015) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • National Southwestern Associated University
  • Tsinghua University
  • Zanîngeha Chicagoyê (1946–1948)
  • Peking University
  • Nankai University Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Hevjîn
  • Du Zhili (1950–2003)
  • Weng Fan (2004–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Yang Wu-chih Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xizm
  • Du Yuming (xezûr) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Fizîkê (1957)
  • Rumford Prize (1980)
  • National Medal of Science (1986)
  • Benjamin Franklin Medal
  • Albert Einstein Medal (1995) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Chen-Ning Yang (bi çîniya hêsankirî: 杨振宁; çîniya adetî: 楊振寧; pinyin: Yáng Zhènníng) (jdb. 22ê îlona 1922an li Hefei, Çîn) fîzîknasekî çînî - amerîkayî ye. Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Chen-Ning Yang, herwiha wekî Frank an Franklin jî dihate binavkirin, ji pênc zarokên profesorê matematîkê Ke Chuan Yang û xanima wî Meng Hwa Loh Yang ê mezin e.

Jiyana wî ya zaroktiyê li wargeha Zanîngeha Tsinghua ya nêzîkê Pekîngê ye derbas bûye û bi xwe jî li Kunmingê zanîngeh xwendiye. Sala 1942 bi xebata komangaşt û molekûlspektran li vê zanîngehê balê dikişîne ser xwe.

Piştî şerê Japon û Çîn ji dewletê alîkariya xwendinê werdigire diçe Chicagoyê. Sala 1946 li Zanîngeha Chicago dest bi xwendin û lêkolînan dike. Sala 1948 li cem Edward Teller, doktoraya xwe bi xebata li ser reaksiyonên dendikê dike. Dûv re diçe zanîngeha Institute for Advanced Study a Princeton (New Jersey) berdewam dike. Li wir sala 1955 dibe profesor. Sala 1965 diçe Stony Brook.

Yang sala 1950 bi Chih Li Tu re marî dibe (dizewice) û ji wê sê zarok dibin, Franklin (jdb. 1951), Gilbert (jdb. 1958) û Eulee (jdb. 1961).

Xebat û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yang bi giranî li ser mekanîka statîstîk û fîzîka sîmetrî lêkolînan dike. Bi Tsung-Dao Lee, bi salan bi hev re xebitîn û xebatên xwe weşandin. Cîhana xebatên parçeyên elementan berfireh kirin.

Li fîzîkê Angaşta Yang-Mills zêde kirin ku viya bi Robert L. Mills re keşf kiribûn. Di salên 1950 debi Lee lêkolîn li ser Modela Ising kirin.

Yang sala 1957 bi tevî Tsung-Dao Lee guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hat dîtin.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]