Cibrayîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Di minyatûreke erebî de, Cibrayîl

Cibrayîl an Gavriyel (bi îbranî: גַּבְרִיאֵל, Gavrî-El, tê wateya „hêz û lehenga/ê min Xwedê ye“ [çavkanî pêwîst e]; bi erebî: جبرائيل, Jabra'îl) di sê olên mezin ên di nava gelên samî de rû dane (cihûtî, xiristiyanî û îslam) de, yek ji firîşteyên [1] sereke ye. Mizgîna bûyîna Îsa pêxember daye Meryemê. Di ola xiristiyaniyê de di dirûvê keçekê de tê sêwirandin.

Di cihûtiyê de bi tevî Mîxayîl tê pesinandin herdu bi hev re wekî zêr û zêvî tên binavkirin. Heger Mîxayîl ji berfê be, Cibrayîl ji agir e. Herdu milyaket bi navê Sodom û Gomore derbasî wêjeyê jî bûne.

Di nava kurdan de dîtina van melekan wekî ya ereban e. Lewra bi hatina îslamê re derbasê kurdan bûne, di ola berê Zerdeştîtîyê de nînin.

Cibrayîl di îslamê de[biguherîne]

Navê yek ji çar melekên mezin e û di gora ola îslamê Cibrayîl ji pêxamberan re wahiya Xwedê tîne. Di Quranê de navê Cibrayîl di çend ayetan de derbas dibe û ji wî re Ruhil Qudis, Ruhu’l-Emîn, Ruh û Resûl jî tê gotin [çavkanî pêwîst e]. Cibrayîl melekekî bi hêz, serkeftî û zana ye. Li ba Xwedê li cîhekî bilind de ye û serokê gelek melekên din e.

Di Qurana Pîroz de ji bona Cibrayîl wiha tê gotin: "Û kê bibe neyarê Xwedê û melekên wî û pêxamberên wî û Cibrayîl û Mîkayîl, bira bizane ku bi rastî Xwedê jî neyarê xudanenasan e." [2]

Çavkanî[biguherîne]

  1. melek, milyaket
  2. Beqere: 2/98

Girêdanên derve[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)