Civat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Civat (ji erebî: Cema`ât), bêjeyeke ku di çand û kevneşopiya kurdan xwediyê cihekî ku pir girînge.Civat, cihê li hev kombûnê ne. Civat, axlabe ji, di malan xwe de û axlabe ji, di malên mazinan yên weke mîr an ji serekeyan de li hevdû gahana hevdû û li hevdû rûniştin ne. Di civatan de, pirsgirêkên civakê li ser dihata axiftin.Civat, bêjeyeke ku pir girînge. Di hîmê bêje civatê de çandaka mazin û dîrokî heya.Civat, xwediyê pir kevneşopiya na.Bêje civatê, ku mirov li ser dihizrê pir hizir têne aqlê mirov ji bo gotinê.

Civat, deme ku mirov bahsa wê dike, divêt ku mirov hinekî li ser rastiye wê ji bêne ser ziman. Di demên berê de, li malakê hertimî mirov bi jin û zarokên xwe re li hev digahana hevdû û li hevdû dirûniştin û li ser hizir û pirsgirêkên ku di nav wan de hebûn diaxiftin. Herkesekî hizre xwe di deme axiftinê de dianî ser ziman. Lê di deme axiftinê de riye axiftina pêşî hertimî ya mirovên ku navserî xwe bû. Mirovên navserî xwe ji, yên ku pîr û ji aliyê zanebûne ve ji di asteke de bûn. Ew mirovên ji gotina wan re ti kesekî ne digot ne. Deme ku mirov li ser civatê di hizirê, mirov hinek rastiyan dibîne. Ew rasti ji ji aliyê çand û kevneşopiya kurdan ve pir giringin. Civatan de mirovên pîr hertimî li pêş bûn. Rêzeke ku mazin ji wan re hebû. Ew mirovên ku di pirsgirêkekê de an ji di rewşeke de girînge yên ku serî li wan dihata dihata dayîn bûn. Li wan dihata rûniştin. Ji wan re pirsgirêk an ji rewşên ku hebûn dihatina vegotin. Wan ji li ser wan pirsgirêk an ji rewşan hizre dihanî ser ziman. Dema ku wan hizre dianî ser ziman, êdî wan çi hizir anîbana ser ziman, weke riyeke çareserîye dihata dîtin. Pirsgirêkên di nav aşîran de û yên di nav xalkê de di civatan de bi wan mirovên navserî xwe dihata çareser kirin.Bi pêşavaniya wan rê dihata dîtin. Her aşîrek civatê wê hebû.Her malaka ku mazin bû, li wê malê, civat li dar diket. Civat, hem di nav aşîran de û hem ji di nav xalkê de ji cihên ku mirovên têde hizir û rastiyên ku zanibûn dianîne ser ziman bûn. Cihên ku di wan de pirsgirêk dihatina ser ziman û ji wan pirsgirên ku dihatina ser ziman re çareserî dihata dîtin bûn. Bi vê yekê re di nav çand û kevneşoiiya kurdan de civat, xwediyê cihekî ku pirr girîng bûn.

Dema ku mirov li ser civatan dihzirê û têne ser ziman, mirov dibîne ku di hebûn û rastiye xwe de pir bi weyn in. I ro, di roje me de, çawa ku parlamentoyên ku hene, çi weynê di leyizin, civat ji, bi hebûnên xwe re, di wê weynê de ne. Bi vê yekê re, divêt ku mirov pir baş û qanc li ser civatan bi hizirê û bêne ser ziman. Civat, di rastiyê de ku mirov di nav kurdan de şîrove dike, hîmê perlementoyên ku iro hene, di nav kurdan avêtiya. Di deme Medan de û berî wan ji di dema Naîriyan de civatan di pêşketin û li hewbûnê de weyneke pir girîng leyistine. Di deme Naîriyan de, civat, li hewbûn û bi hev re gavavêtinên ku dibûn, hîmê wan diafirand.Bi vê yekê re hîmê civakatiyê ji pir baş di nav kurdan de dike. Civat, di rastiyê de, divêt ku mirov bêne ser ziman ku hîmê civatiyê mazin afirandi ya. Bêjeyeke ku hîmê civakatiyê afirandi ya.Bi vê yekê re civat, deme ku tê şîrove kirin û rastiya wê tê ser ziman, mirov dibîne ku weyneke pir mazin di pêşketinê de di nav kurdan de leyistiya.Di serê kurdan de, civat, hertimî bi wate ya, û bi wateyeke ku pir mazina.Rêzeke mazin jê re heya. Di civatan de mirovên mazin yên sereke û pîr hertimî pêşang bûn. Ji wan re ji rêzeke mazin hebû.Bi vê yekê re, di nav xalkê de rêz û gireniya civatan mazin dibû û hebûne xwe berdewam dikir. Civat, deme ku werine ser ziman û şîrovekirin, mirov nikarê tenê weke hinek li hew civinên ku li dore mîr an ji yên ku hinek mirovan mazin li hevdû dirûniştin in bêne ser ziman.Civat, di nav civakê de, xwediyê weyneke pir mazinin.Hzire civakê di civatan de afiriya. Hizir, ku gaha her beşên civakê dibe ya civakê. Bi civatan re ev yek pêk dihat.

Di vir de divêt ku mirov ji bîr neke û bêne ser ziman. Di deme Medan de ´koma pîran´ hebû di nav kurdan de. Wan weyneke mazin di nav civakê de di leyistin. Wan pêşketine civatê kifş dikir. Wan rastî kifş dikir.Ew weke serkeyên xweza yên xalkê bûn. Berî wan ji, di deme naîriyan de ev yek wilo bû. Di deme naîriyan de kurd li dore ´mîr´ û ´pîran´ di rûniştin û li gor wan gavên xwe diavêtin. Wan ku riye mirinê ji şanî wan dabana, ew diçûnê de. Hebûne civakê, bi vê yekê re, bi civatan re li ser lingan bû. Di nav kurdan de, bi zêdeyî ji di demên piştre derdikeve hole. ´Civate mîrê bota´ pir bi nav û deng bû.Her weha li gelek herêman civatên wilo yên ku bi navê mîrê xwe re mazin dihata ser ziman hebûn.

Ku mirov rasti û hebûne iro û pêşketinên wê ji li ber çavan bigirê û şîroveyekê bike, divêt ku mirov bêje ku kurd bi civatan re herdemî xwediyê perlementoyekê bûn. Di vir de, civêt ku mirov gotinke din ji bêne ser ziman. Civat li gor rewşan dihatina li dar xistin. Rêze û hûrmete civatan bi mirovên ku têde bûn bû. Ji ber vê yekê ji, ji ber ku xalkê girîngî dide civatan, di civatan de mirovên mazin yên navserî xwe û mîr dirûniştin.Ew mirovên ku têde dirûniştin û bigotin bûn, yên ku di nav xalkê de ji yên ku xwedi biryar bûn. Yên ku xalkê pir mazin li gotina wan dihisand bûn.Di civatan de ji, ku wan çi gotibana, di cih de di nav xalkê de dihata bihîstin. Bi vê yekê re, gotina ku ji devê wan derdiket, dibû hîmê kevneşopîyne. Civat, li gor rastiya xwe ku iro ji werê şîrove kirin, wê bê dîtin ku hîmê civînên civakê ne.

Çavkanî: feqiyê teyran(Abdusamet yigit)