Ciwan Haco

Ji Wîkîpediya

Ciwan Haco
Ciwan Haco.jpg
Agahî
Navê rastî Ciwan Haco
Roja bûnê 1957
Cihê bûnê Qamişlo
Cûreya muzikê Muzîka modern a kurdî
Karûbar Folk-Rock/Ethno-Jazz
Malper www.ciwanhaco.com
Ciwan Haco li televîzyonê

Ciwan Haco hunermendekî kurd e.

Ciwan Haco li sala 1957'ê li Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Piştî xwendina xwe ya lîseyê çû Elmanyayê û li wir kevte zanîngeha Bochumê. Ciwan li Bochumê sê salan muzîk xwînd. Piştra, bi şiklekê pîşekarane (profesyonel) dest bi derxistina kasêt û sêdêyan kir. Li Tirkiyeyê "Sî û Sê Gule", "Dûrî", "Bilûra Min", "Gula Sor", "Destana Egîdekî" û "Leyla" derêxistin. "Pêşmerge", "Serhildan", " Diyarbekir", "Girtiyên Azadiyê" jî li Ewropayê derêxistin.

Ciwan Hacoyî muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock jinûve serrast kirîye. Hunermend bi vî awayî stranên kurdî bi dinê dinasînit û stranên kevneşopî di nav gelek baskên muzîkê da bicih dikit.

"Destana Egîdekî", destane-şiîra romanivîsê kurd ê bi navûdeng Mehmed Uzunî ye. Nivîskar di wê dastanê da behsa çîroka pênç xortên kurd dikit. Ciwan Haco ew dastana Mehmed Uzunî bi aranjeyeka nûjen û bi formên etno-caz strandîye.

[biguherîne] Album

[biguherîne] Lînkên derve

Confusion.svg

Ev gotar bi soranî jî heye:
:ئەم وتارە بە زاراوەی سۆرانی