Claude Cohen-Tannoudji

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Claude Cohen-Tannoudji

Claude Cohen-Tannoudji (jdb. 1ê nîsanê 1933 li Constantine, Algeriya) fîzîknasekî Fransî ye. Sala 1997î bi tevî Steven Chu û William D. Phillips Xelata Nobelê ya Fizîkê wergirtine.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di malbateke Cihû li Algeriyayê hatiye jiyanê. Sala 1870î wekî malbatî bûne hevwelatiyê Fransayê. Ji sala 1953 heya 1957î li Parîsê di dibistana Ecole Normale Supérieure de li cem xelatwergirê Nobel Alfred Kastler perwerde matematîk û fîzîkê dîtiye. 28 mangî (mehî) leşkerî kiriye. Ji sala 1960î virde di navenda bi navê Centre National de la Recherche Scientifique (CNRS) de dixebite û li zanîngehên Parîsê dersê dide. Sala 1973î bûye profesor û xebatên xwe yên li ser nûklearfîzîk û molekûlarfîzîkê didomîne.

Xebatên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji sala 1977î virde bi kovareke fîzîkî ya bi navê Méchanique Quantique, de bi navdarên fîzîkê yên Fransî dinivîsîne. Pirranî li ser qûantanmekanîkê nivîsaran diweşîne. Bi tevî Steven Chu û William D. Phillips proseseka bi tîrêjên manyetîk ên atomî dicemide keşîf dikin û bipêşdixin.