Clifford Shull

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Clifford Glenwood Shull (* 23'ê rezberê 1915 li Pittsburgh, Pennsylvania; † 31'ê adarê 2001 li Medford, Massachusetts) yek ji fizîknasên navdar ên DYAyî bû. Sala 1994'î guncavê Xelata Nobelê ya Fizîkê hatiye dîtin.

Jînenîgarî[biguherîne]

Di nava salên 1933 - 1937'î de li Pittsburgh di Carnegie Institute of Technology (enstîtuya teknîkê) de perwerdeya fîzîkê dîtiye. Ji wir derbasî Zanîngeha New Yorkê bûye û perwerdeya bilind li wir girtiye. Serî de karekê li fîrmaya The Texas Company (Texaco) dibîne. Piştî bidawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn, sala 1946'î, li Tennessee di laboratûareke neteweyî de dixebite. Sala 1955'î wekî profesor li Massachusetts Institute of Technology dest bi kar dike û heya nexweşketina dawiya temenê xwe (1986) li wir dixebite.

Shull sala 1941'î bi Martha-Nuel Summer re evînmarî dibe (dizewice) û sê lawên wan dibin, John, Robert û William. Ew li nexweşxaneya Lawrence Memorial Hospital a li Medford a, Massachusetts jiyana xwe jidestdide.

Xebat û girîngiya wî[biguherîne]

Li Texaco analîza mîkrostrûktûra katalîzatoran dikir ku beşek ji kîmyageriya petrolê bû. Li laboratûara Oak Ridge National Laboratory bi tevî Ernest Walton (1903-1995) li ser bipêşxistina reşandina neutronan dixebite.

Shull sala 1994'î bi tevî Bertram Brockhouse Xelata Nobel a fîzîkê werdigire.

Xelat[biguherîne]

Berhem[biguherîne]

  • Clifford Shull: Early development of neutron scattering. Rev. Mod. Phys. 67 (1995) 753–757