Coka Menua

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nivîstekeke Menua (mînakek)

Coka Menua, Coka Semîramîs-Şamranê an jî Cihoka Menua, ciheke dîrokî yê Wanê ye.

50 km ji başurê deşta Payizava ku ava zelal tîne deşta Wanê, Paytexta Ûrartûyî jî ku li wê derê ye û xakên ku têre derbas dibe jî zîndewar dike. Li derdora chokê baxçeyên hilawîstî ku Key Menûa (B.Z. 810-786) ji bo hevsera xwe Tariria, di hêla Kadembastiya îro, bi awayekî banoke çêkiriye, hêmanî baxçeyên hilawîstî yên Keybanûya Asur Semîramîs ku ji heft bedewiyên cîhanê yek jî ew tê hesibandin dîtiye û bi awayekî efsanevî hatiye jîyandin.

Taybetiyeke din a choka Menûa ev e ku, li ser dîwarên piştevan û cihên nêzî choke bi giştî panzdeh nîvîstekên avahî yên bi bizmar hatine bicihkirin. Heta niha mirov rastî ewqas nivîstekên Ûrartûyan nehatiye. Ji nivîstekan hin jê kurt û hin jê dirêj in. Ji ber ewlehiya windabûn û xirabûna nivîstekan naveroka wan wekhev in. Di nivîstekên kurt de ev tên xwendin:

Bi saya qudreta Xweda Xaldî, kurê Îşpvînî Menua ev chok vekir navê wê choka Menua ye.

Li ser çar hênenên dirêj de jî ev tên xwendin:

Kî vê bibîne, kî bibêje xelkê “ev chok min vekiriye” ew ji aliyê Xweda Xaldî, Xweda Teîşîba Şîvînî û ji aliyê hemû xwedayan ve bê herimandin û ji ronahiya rojê bê hiştin.