Craig Venter

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Craig Venter

J. Craig Venter (* 14'ê kewçêrê 1946 li Salt Lake City, Utah) biyokîmyagerekî DYAyî ye.

Ew bi keşfkirina genomên mirovan tê naskirin. Jê re "bavê genan" jî tê gotin. Sala 1998'î fîrmayeke bi navê Celera Genomics Corporation dadimezirîne û bi pisporî xebatên genetîk dike. Sala 1990'î bi navê, Human Genome Project (HGP), projekteke navneteweyî dide meşandin. Di lêkolînên xwe de biserdikeve û ristina giştî ya genên mirovan radixe ber çavan.

Ew gelek xelat û payeyan werdigire. Herwekî gelek patentan jî. Di xebatên xwe de zêdetirî 1.000 cureyên jiyandarên nû keşf dike. Ji wan a herî girîng jî vedîtina Pîtoplanktonê ye.