Cuneydê Bexdayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cuneydê Bexdayî anko Cuneyd kurê Mehmedê Ebulqasimê Xezzazê Bexdayî (830-910) yek ji pêşengên sofiyatiyê ye. Gelek ji zincîr û silsileyên sofiyan resen û koka xwe digehînin wî.

Bavê wî ji bajarê Nehawendê ye (rojavaya Îranê) çû bû Bexdayê, lê Cuneyd li Bexdayê hat dinyayê û her li wî bajarî jî mezin bû.

Giringiya sofiyatiya Cuneydî, di hevberdanana digel sofiyatiya kesên mîna Mensûrê Hellac ew e ko Cuneydî bangewazî jibo sofiyatiya liserxwe dikir . Wî serxweşiya kesên mîna Hellac û Bayezîdê Bestamî nedipejirand.