Dêra Sûrp Gîragos a Ermeniyan
Ji Wîkîpediya
Dêra Sûrp Gîragos a Ermeniyan yek ji dêrên navdar û dîrokî yên li Amedê ye.
Dêr li ser navê Gîragos ê sê salî hatiye çêkirin. Dêr di dema Komkujiya Ermeniyan de ji aliyê dewleta Tirk ve tê rûxandin.
[biguherîne] Serpêhatiya Gîragos
Gîragos lawê Hûgîda ya Konyayî ye. Gîragos hêj di sê saliya xwe de ji ber pêkutiyên li Xrîstiyanan tê kirin bi diya xwe re direve Tarsûsê. Li wir tên dîlgirtin û dertînin dadgehê. Gelek êşkence li diya wî tên kirin. Dadger di dadgehê de di dileke xemgîn û xapanok li Gîragos dinêre. Ev yeka han dilê Gîragos diêşîne. Gîragos pirr li ber diya xwe dikeve û tenê wê difikire.
Diya wî di dadgehê de berevaniyê dike û dibêje "Ez Mesîhî me û bawerî bi Îsa tînim". Ev gotina wî dadger diqeherîne. Dadger dixwaze Gîragos bixapîne lê Gîragos jî herçendî sê saliye jî, gotina diya diqîre. Dadger gelek aciz dibe û Gîragos ji pêpelûkên kevirî davêje û dikuje. Piştre diya wî jî di sala 305'î de bi êşkenceyan dikujin.

