Dêrika Çiyayê Mazî
| Dêrika Çiyayê Mazî Derik |
|
|
Bajarê Dêrika Çiyayê Mazî
|
|
|
|
|
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
|---|---|
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
| Serbajar | Dêrik |
| Qeymeqam | Tarkan Keskin |
|
|
|
| Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
| Hejmara gundan | 71 gund |
|
|
|
| Gelhe (2008) | 57.237 kes |
| Rûerd | 1.367 km2 |
| Berbelavî | 41,9 kes/km2 |
| Bajarê navendî | |
| Koordînat | 37°21′51″Bk 40°16′10″Rh / 37.36417°Bk 40.26944°Rh |
| Gelhe (2008) | 19.704 kes |
| Koda postayê | 47800 |
| Koda telefonê | (+90) 482 |
Dêrika Çiyayê Mazî an jî Dêrik (bi tirkî: Derik ) navçekî û bajarekî li Bakûrê Kurdistanê ye. Dêrik ser bi Parezgeha Mêrdînê ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîrok
Di sala 1874an de teşkîlata belediyê li Dêrikê hatiye damezirandin û ji destpêkê heta sala 1923an bi Amedê ve girêdayî bû. Ji sala 1923an û pê ve bi Mêrdînê ve hatiye girêdan. Li gora serjimara îniya di Cotmeha sala 1927'an de, li navenda navçeyê 528 mal, 38 dikan, camiyek û dêrek hebû ye. Dîsa li gora vê serjimarê, nifûsa bajêr li ser hev 6930 kes in û ji vana 1370 mêr û 1278 jî jin in. Tevî jimara gundan li ser hev nifûsa bajêr 15 111 kes in û ji vana jî 8181 kes pîrek û 6930 kes jî mêr in.
Dêrik, sê aliyên wê bi çiyayên asê ve girtiye, pişta wê li Çiyayê Mazî û berê wê li Wêranşar û li berriya Serê Kaniyê ye. Berriya Dêrikê ji quntêna Çiyayê Mazî dest pê dike û her ku ber bi deştê ve dadikeve bilindayiya erdê wê nizim dibe. Li ser milê çepê sînorê erdê wê dighêje deşta Qoserê û îklima wê, zivistan û havînan bi dijwarî derbas dibin.
Pal û berwarên Çiyayê Mazî bi piranî dar û deviyên berrî û mazî nin. Di van salên dawî de, her ku diçe dar û devî zêdetir dibin. Li berriya Dêrikê her çiqas cihên qeraç hebin jî erdên bi bereket pirtir in û li van erdan weke genim, ceh, nîsk û nokan tên çandin. Piştî ku di van salên dawiyê de hin bendav û pengavên li mintîqeyê çêbûn û gelek bîr hatin kolan, çandiniyên weke penbo, garis, kuncî û bîstanên avî jî zêdetir bûn. Li erdên şehar û heta bi palên Qerejdaxê jî çiltûkeke bi xêr û bereket tê çandin. Ji xêndî van tiştan jî bi dehan perçeyên zeytûnan, rezên tirî û baxçeyên ji darên hinar, hijîr, mişmiş, gwîzan û ji her cûreyî fêkî pêk tên, henin.
Debara kesên ku li nava bajêr rûdinên, li ser deman û cenaniya rez, zeytûn û baxçeyan e û beşekî piçûk jî bi dikandarî û bazirganiyê re mijûl dibin. Debara gundiyên ku li hêla çiyê rûdinên, li ser xwedîkirina pez û hejik û êzingan e. Yên berriyê ji li ser çandinî û zîraetê ye. Ji xêndî zîraetê, tu tiştekî ku zêde bê kirin tune ye.
Di tarîxa Mêrdînê de, kîjan dewletê û kîjan şaristaniyê li ser Mêrdînê hikum kiribe, Dêrik jî jixwe ketiya bin hikumdariya wan.
Heta demeke nêzîk jî qismekî mezin ji rûniştvanên Dêrikê, Ermenî bûn. Di van salên dawî de, ji ber sedemên aborî, civakî û siyasî, Ermeniyên Dêrikê ber bi Stenbol, Sûrî, Ewrûpa û Emerîkayê koç kirin. Vê gavê jî bi qandî du-sê malbatên wan li Dêrikê manin. Di dema xwe de, qismekî mezin yê pîşesaziyê (seneetkarî) di destê ermeniyan de bûn. Yek ji wan avahiyên dîrokî, Dêra Sor e ku li ser navê ermeniyan maye. Li gora rîwayetê tê texmîn kirin ku Dêrikê navê xwe ji vê dêrê wergirtiye.
Dêrik ji hêla av, kanî û çeman ve dewlemendiyeke herêmê ye. Piraniya çeman zivistanan der dibin û biharan heta bi serê havînan diherikin. Lê piraniya wan, havînan dimiçiqin. Çemê Xabê, Çemê Şêbê, Çemê Zorava û Çemê Circibê hin ji wan çeman in. Ji xêndî van çeman jî, hin gol û barajên (bendav) ji bo avdanê û bi navê Kunreş, Sûbetan, Qurixî û Sêpnatê ku ji terefê dewletê ve hatinên çêkirin, henin.
Zeytûn, hinar û hejîrên Dêrikê gelek navdar in.
[biguherîne] Dewletên ku li Dêrikê hikimdarî kirine
Beriya Zayînê
- 3000 [[urartu]
- 2350 Akkad û Sumer
- 2300 Akkad
- 2216 Sumer
- 1800 Babîl
- 1595 Kasî
- 1350 Asur
- 612 Med
- 585 Pers
- 330 Îskenderê Mezin
- 327 Selefkos
- 129 Part
- 83 Tigranê Mezin (Mlûkatiya Ermenîyan)
- 66 Romayî
Piştî Zayînê
- 200 Sasanî
- 600 Bi rê ve birina Arûsê Carîs
- 639 Feth kirina Ordiya İslamê ku di bin serokatiya Îyad B. Genam. (Dewra Hz.Emer)
- 639-739 Dewra Marîye ya Arsûs û lawê wê Amuda ku li Mêrdînê berî her kesî ola İslamê pejirandibun.
- 739-837 Di nav van salan de Dêrik û derdora wê xerabe man.
- 837-894 Dewra Milûkê Misûlê Al î Hamdan
- 894 Ji aliyê Xelîfe Mu'tadıt Bîllahê 16a Mêrdîn û derdora wê hat valakirin
- 930-977 Bi rê ve birina Nasiruddevle Hesen
- 977-1084 Mervanî
- 1105-1400 Dewleta Artûkî
- 1394 Talan û dagira imparatorê Moxolan Tîmûr
- 1400-1468 Dewra dewleta Karakoyunlî.
- 1468-1507 Dewra dewleta Akkoyunlî.
- 1507-1515 Dewra Sefewiyan.
- 1515-1923 Împaratoriya Osmanî
- 1923 Dewra Komarê
[biguherîne] Erdnîgarî
Dêrik bi ser sînorê Şemrex, Qoser, Serê Kaniyê û Wêranşarê ve ye. Qasî ku tê zanin ew, di navbera salên 1390 û 1400î de, ji terefê du qebîlên eşîra Têrrikan ku bi navên Mala Dawidê Kalo û Mala Qeya ye, hatiye ava kirin. Ji ber wê, heta niha jî ew cihên ku di dest pêkê de bûne cîhê avahiyê, bi navê Rezê Mala Dawidê Kalo û bi navê Mêrga Qeya tên bilêv kirin. Li ser kuştina mîrekî zilimkar ku li mintîqeya Amedê bi navê Rût Heso (Hesoyê Rût) dihat bi nav kirin, ev herdu qebîlan mecbûr manin koçî cîhê ku îro navenda Dêrikê ye, bikin.
Rûpîvana Dêrikê 1397 km² ye û li gora serjimara di sala 1998an de hatiye tesbît kirin ku nifûsa navenda navçeyê 19 hezar û 750 kes in. Nufûsa navçê di serjimara di sala 2000an de jî bûye 20.700 kes.
Raqima Dêrikê 780 metre ye û bilindahiya çiyayên wê 1500 metreyê derbas nakin. Çiyayên wê bi navê Çiyayên Mazî tê bi nav kirin. Dêrik bi berriya xwe jî, li ser sînorên deşta Herana ku heta dighê erdên Nisêbînê ye. Berriya Dêrikê, bi kevirên şehar (volkanîk) yên ji girqîjotên ji beriya dîrokê de teqiyane û li wan derdoran belav bûne ve dagirtiye. Vê gavê jî ji wan girqîjotan, madeya ku bi navê "kilinker" e û di çêkirina çîmento de wek havên tê bikaranîn, derdikeve.
[biguherîne]
[biguherîne] Jiyana Rewşenbirî
Ji Dêrîke gelek kesên rewşenbîr, nivîskar, muzîkar derketine. Nivîskar û helbestvanên weke Edîp Karahan Qedrîcan Reşîdê Kurd Bûbê Eser Enwer Karahan Firat Cewerî Hogir Berbir Lokman Ayebe Ronî War H. Kovan Baqî Erkan Özgen Elîxan Loran Firat Cewerî Rêzan Tovjîn Wênesaz Fewzî Bîlge û gelekên din. Koma mûzîkê ya Koma Azad di sala 1987an de ji aliyê Bawer Can û Turhan Yapıştıran li Dêrîkê ava bû.
[biguherîne] Çend Helbestên Li ser Dêrikê
| Ji Qedrîcan re
I Erê rûyê te roj e, tava wê da diyara. Birhên te pir zirav in her dû wek du kevana II Dêrik çi xweş e bi dar û av e, Yek xab e belê, bihuşt û mawa. Pir gwîz û hejîr û xox û hinar, Yek dî heye pê dibên Kulêbê, Pir aveke sar û pak û şêrîn, Bilbil digirî bi ah û zar e, Mizgîn didî ew heval û yare, Çepkan dikutin dibên birawo, |
| Cegerxwîn[1]
Di dema heşê min wenda dibûyî Hevalê xoşewîst pesna gundê min, Dêrik pir xweş e hêja ye pesnê; Ma Maden hindik e ji darên heran Dizanim tu zanî, welat giş xweş e, Hevalo tu xweş bi; tim bi dilê xwe. — Qedrîcan
|
[biguherîne] Girêdanên derve
- Navên kurdî û tirkî
- Malpera Dêrikê
- Malpera Dêrikê (tirkî)
- Malpera Qeymeqamtiya Dêrikê (tirkî)
[biguherîne] Çavkanî
- ↑ Qedrîcan, Hewar Sal 1- 1932, Hejmar 12
- Orijînala vê gotarê ji malpera derikli.com hatiye stendin.
37°21′51″Bk 40°16′10″Rh / 37.36417°Bk 40.26944°Rh